Amedî: Li qutban jî 3 kurd bên cem hev dê rastî êrişê werin 2021-07-23 09:06:42 AMED - Amediyan ku bertek nîşanî êrîşên nîjadperest dan îşaret bi zimanê berberîbûnê yê hikûmetê kirin û gotin: "Li qutban jî 3 kurd bên cem hev dê êrîşê bibin ser wan."  Li bajarên rojavayê Tirkiyeyê êrîşên nîjadperest ên li hemberî kurdan zêde dibin. Di 19'ê Tîrmehê de li Bajaroka Dereçîne ya navçeya Sûltandagi ya Afyonê karkerên demsalî yên kurd bi êrîşeke nîjadperest re rû bi rû mabûn. Di vê êrîşê de 7 karkerên kurd birîndar bûbûn. Di 19'ê Tîrmehê de jî li navçeya Altindag a Enqereyê li hemberî malbeteke kurd êrîşeke çekdarî pêk hatibû. Di vê êrîşê de 2 jê giran 4 kes birîndar bûbûn. Herî dawî jî li Taxa Çariklikoy a navçeya Meram a Konyayê, malbata Dal a Amedî bi êrîşeke nîjîdaperest re rû bi rû mabû. Komeke 60 kesî, di 21'ê Tîrmehê de Hekîm Dal kuştibûn.    Amediyan bertek nîşanî van êrîşên nîjadperest dan.    ROLA DEWLETÊ   Mûstafa Kaya, bal kişand ser kuştina Hakîm Dal û got: "Ew yekî bikujin, em ê hezar zêde bibin. Di êrîşên li hemberî kurdan de, dewlet xwedî roleke mezin e. Hewildana wan ji bo kuştina kurda ye. 'Terorîst' ew kes in ku bi awayekî hovane êrîşê dibin ser kurdan."    ZIMANÊ HIKÛMETÊ   Huseyîn Vûral jî anî ziman ku di êrîşan de payek jê zimanê çapemenia nêzî hikûmetê e û got: "Çapemenî, tim kurdan bi awayekî xirab nîşan dide. Kesên ku ew û kurdan qet nehatine cem hev du jî êrîş dikin. Gava mirov bi îngilîzî, erebî an jî fransî biaxive, êrîş çênabin. Lê gava mirov bi kurdî diaxive te wekî 'terorîst' îlan dikin û êrîş dikin." Vûral, destnîşan kir ku zimanê berberîbûnê yê hikûmetê zemîna van êrîşan amade dike û berpirsiyarê sereke rayedarên hikûmetê ne.    Saît Dogan jî kuştina kesekî ya bi destê 60 kesî wekî "wehşetê" pênase kir.    MÊVANPERWERΠ   Ahmet Bal, diyar kir ku pêleke provakasyonê ketiye dewrê û got: "Dixwazin kurd û tirkan bera hev bidin. Ên vê dikin jî dixwazin sûdê ji vî şerî bigirin. Tu pirsgirêkek me bi kurdan re tune ye. Her kes dizane em çi qasî bi mêvanperwer in ji bo tirkên tên vê derê. Karmendên bi girî tên vê derê, gava tên û nêzîkatiya kurdan dibînin, naxwazin biçin. Lê gava em diçin rojavayê Tirkiyeyê em tim bi êrîşan re rû bi rû dimînin. Divê pêşî li ber vê bê girtin."    YEKÎTÎ   Haşîm Demîr jî bal kişand ser êrîşa li ser malbata Dalê û êrîşa hatiye kirin wekî "wehşetê" bi nav kir. Demîr, destnîşan kir ku armanca van êrîşan ew e ku kurdan çavtirsandî bikin. Alî Ekîncî jî got: "Di salên 80 û 90'î de bi hezaran mirov hatin kuştin. Niha ev hejmar kêm kirine, li bi hezaran kesî dixin girtîgehan. Her roj ji bajarekî xebera êrîşan û mirinê tê. Tim kurdan dikujin û digirin."    Ekîncî ku got "Li qutban jî 3 kurd bên cem hev du, dê êrîşê bibin ser wan" û got: "Kurdên li Sûriye, Iraq û Îranê jî her roj bi êrîşan re rû bi rû dimînin. Li ku derê kurd hebin, li wir êrîş pêk tê. Hadê ferz bikin kurdên li vir serî rakirine û hûn êrîş dikin, lê kurdê li van dewletan çi kirine? Li dijî van êrîşan dem dema yekîtiyê ye. Dibe ku fikirên me yên siyasî cuda bin, lê ji bo yekîtiyê divê em fikirên xwe deynin hêlekê. An em ê bibin yek an jî em herin yek bi yek."    MA / Fethî Balaman - Ayşe Surme