Cenazeyê kurê xwe yê li Efrînê xwest 2021-07-23 09:07:42   AMED - Aynûr Taş ku cenazeyê kurê wê Mazlûm Taş li Efrînê di Goristana Avestayê de ye, xwest cenazeyên ji goristanê hatine derxistin radestî malbatan bên kirin.    Tirkiyeyê tevî Artêşa Neteweyî ya Sûriyeyê di 20'ê Çileya 2018'an de êrîş biribû ser Efrînê. Di vî şerî de cenazeyê hin YPG û YPJ'yiyên jiyana xwe ji dest dabûn, li Goristana Avestayê hatibûn veşartin. Piştî şer, goristan hatibû texrîbkirin. Di ser operasyonê re 3 sal derbas bûne, lê belê Ajansa Anadolûyê (AA) hewil da li seranserê cîhanê Goristana Avestayê wekî "goreke komî" lanse bike.    Ji cenazeyên li goristanê yek jê yê Mazlûm Taş (Andok Farqîn) ê YPG'yî ye. Dayika wî Aynûr Taş, anî ziman ku kurê wê di sala 2014'an de tevli YPG'ê bûyye û di sala 2018'an de li Efrînê jiyana xwe ji dest daye.    Dayik Taş ku got "Gava kurê min şehîd ket, wî li Goristana Avestayê veşartin, lê niha ew der xera kirine" anî ziman ku ji televîzyonê bihîstine ku goristan hatiye xerakirin.    Piştî vê malbat hat Amedê û serî li MEBYA-DER'ê da.    ‘JI HESTIYÊN ME DITIRSIN'    Taş, diyar kir ku goristan hatiye xerakirin û cenaze hatine derxistin û got: "Em cenazeyên xwe dixwazin. Êdî bes e, me ev qasî êşandin. Bang li hemû malbatan dikim. Bila her kesî xwedî li zarokên xwe derkeve. Em ê dev ji zarokên xwe bernedin. Doza çi li gorên me dikin, çima me diaêşînin. Em dizanin, ditirsin. Ji hestiyên me jî ditirsin. Dixwazin malbat xwedî li zarkên xwe dernekevin. Lê xweliya zarokên me jî bimîne, em ê xwedî li wê xweliyê derkevin. Em ê dev jê bernedin. Êdî bes e, bi cenazeyan vê tahdeyê li me dikin. Êdî bes e ji vê zilm û komkujiya li kurdan dikin."    Dayik Taş di berdewama axaftina xwe de got: "Dibêjin goreke komî ye, lê ne wisa ye. Em vê qebûl nakin. Em zarokên xwe dixwazin. Çi kirin ji hestiyên me, bila bînin."