Malbata Şenyaşar: Di bin zilmê de cejn nabe 2021-07-23 12:20:46   RIHA - Malbata Şenyaşar, di roja dawî ya cejnê de, çalakiya xwe ya “edaletê” li ber avahiya edliyê dewam kir û got: “Di bin zilmê de cejn nabe. Komkujî zanîn tenê, têrê nake, ya pêwîste bikin.”    Emîne Şenyaşar a di êrişa parazvan û xizmên Parlamenterê AKP’ê yê Rihayê Îbrahîm Halîl Yildiz de, hevjîn û du kurên xwe winda kirin, bi kurê xwe Ferît Şenyaşar re berî 137 rojan li ber Edaliya Rihayê dest bi çalakiya “nobeta edaletê” kirin. Malbatê îro di roja dawî ya Cejna Qurbanê de, çalakiya xwe ya li ber avahiya edliyê dewam kir.    'ZANEBÛN TENÊ TÊRÊ NAKE’   Ferîd Şenyaşar, diyar kir ku ji ber tiştên jiyan nikarin cejnê pîroz bikin û wiha axivî: “Li ser me zilmek mezin heye. Birayekê min 3 salin di odeyek yek kesî de tê girtin. Li aliyê din 3 mirovên me li nexweşxanê hatin qetilkirin. Derbarê vê tu lêpirsînek nehat vekirin. Kesên ku ev komkujî pêk anîn li ber çavên me digerin. Ji ber vê, em dibêjin dibin zilmê de cejn nabe. Em dîsa li ber edliyê ne. Em ê piştî cejnê jî têkoşîna xwe dewam bikin. Ji Waliyê Rihayê bigirin, heta Serokkomar, parlamenter û her kes dizane ku li nexweşxanê komkujî çêbû. Lê êdî tenê zanebûn têrê nake. Divê ya pêwît bê kirin. Heya ku em edaletê pêk neynin  em ê ji vê derê neçin.”     Malbatê li ser hesabê xwe yê medya dijîtal jî, ev parvekirin kir: “Ger li ser vê tabelayê edalet hebûya, 137 roj in dê çi karê me li vir hebûya! Wê demê ger edalet tuneye, ev gotar li vir çi dike? An em ê edaletê bînin, an jî emê vê gotarê ji vê derê rakin. (Li nexweşxanê, li ber çavên min hevjînê min qetil kirin. 3 salin girtinek bi tenê jî tuneye.)”