Baroyan bertek nîşanî manşeta Yenî Şafakê da 2021-07-23 13:26:39   NAVENDA NÛÇEYAN - Serokên baroyan, bertek nîşanî manşeta Rojnameya Yenî Şafakê ku ji ber daxuyaniya wan a têkildarî êrişên nîjadperest ên li dijî kurdan wan hedef nîşan dabû dan û bang li Konseya Çapameniyê kirin ku peywira xwe bi cih bîne.    Rojnameya Yenî Şafakê ya nêzî AKP'ê, ji ber daxuyaniya wan a hevpar a têkildarî êrişên nîjadperest ên li dijî kurdan, îro baroyên Kurdistanê bi manşeta "Baronên Qendîlê" hedef nîşan da. Ji ber vê manşetê, serokên baroyên ku hedef hatibûn nîşandan jî di nav de li ser hesabên medya sanal gelek kesan bertek nîşanî rojnameyê da. Serokên baroyan, ji ber ku rojnameyê di manşeta xwe de êrişên nîjadperest weke "nelihevkirinên ji rêzê" nîşan daye bang li Konseya Çapameniyê kirin ku peywira xwe bi cih bîne.    Serokê Baroya Amedê Nahît Eren, ev parvekirin kir: "Li Tirkiyeyê yek ji xuyabûnên nîjadperestiyê ev nêzikbûna di çapameniyê de ye. Zimanê ku hewl daye êrişên ji ber sedemên nîjadperestiyê pêk hatine weke bûyerên edlî nîşan bide berdewam nîjadperestiyê ye. Vê manşeta tetikkêş ku baroyan hedef nîşan daye şermezar dikim. Em ê hesabê vê hedef nîşandanê li pêşberî darazê bipirsin."   Serokê Baroya Elihê Erkan Şenses jî di parvekirina xwe de Konseya Çapameniyê etîket kir û ev bang kir: "Vê manşeta ku êrişên nîjadperest weke nelihevkirinên ji rêzê nîşan daye û baroyan kiriye hedef bi awayekî bihêz şermezar dikim. Li dijî vê manşeta ku nefreta nîjadî û nexweşbînîtiyê teşfîq dike, piştgiriyê didê û mafdar dibîne bang li Konseya Çapameniyê dikim ku peywira xwe bi cih bîne."