‘Siyaseta dubendiyê bingeha êrişên li dijî Kurdan e’ 2021-07-23 14:14:13   STANBOL - Parlamenterên HDP’ê, diyar kirin ku dibin êrişên li dijî Kurdan de, siyaseta dubendiyê heye û gotin: “Divê kes nebe amûrê van gotin û nêzîkatiyên kîn, nefret û nîqaşên hedefgirtinê.”   Li bajarên rojavayê Tirkiyê, her roj diçe êrişeke nû ya nijadperest a li dijî Kurdan zêde dibe. Di meha dawî de, li Eqnerê, Afyon û Konyayê êriş li dijî Kurdan pêş ketin. Di êrişa nijandperestan a li Konyayê de, welatiyê bi navê Hakîm Dal hat qetilkirin.    Parlamenterên Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ev êrişîn li dijî Kurdan zêde dibin nirxandin û diyar kirin ku di bingeha van êrişan de, polîtîkayên nijadperest û dubendiyê yên desthildariyê hene. Parlamenteran, da zanîn ku sedemek din jî, polîtîkayên bêcezatiyê ne.   POLÎTÎKAYÊN BÊCEZATIYÊ    Parlamentera Amedê Dersim Dag, bal kişand ser siyaseta dubendiyê ya ku desthilatdarî bi rêve dibe û wiha axivî: “Desthilatdarî bi her awayî êrişî çanda Kurdan dike. Dema ku Serokkomar diçe bajarên Kurdan, hewl dide bi zimanê Kurdî biaxive. Lê bajarên Tirkiyê, mirovên ku ji ber bi Kurdî axivîn, hatine qetilkirin hene. Piştî van êrişan djî, polîtîkayên bêcezakirinê dixin dewrê. Waliyên bajaran piştî her êrişê bi saetan şûnde, radibin dibêjin ev ne meseleya nîjadperestiyê ye. Bi vê yekê kujeran diparêzin û polîtîkayên bêcezakirinê dixin dewrê.”   ‘BERSIVA ME WÊ TÊKOŞÎNA HEVPAR BE’   Dag, dest nîşan kir ku desthilatdariyê hebûn û vîna gelê Kurd kiriye hedefa xwe û wiha bi dawî kir: “Çawan ku qetilkirina Denîz Poyraz ne tesaduf bû, êrişin li dijî gelê Kurd jî ne tesadufin. Ev êriş tên plan kirin. Emê li dijî van êrişan têkoşîne xwe ya rêxistinkirî dewam bikin. Ji bo ku wekhevî, demokrasî û aştî pêk were, li Rojhilata Navîn hizûr çêbe, emê têkoşîna xwe bidomînin. Emê her tim li dijî nijadperestî û faşîzmê bêdeng nemînin û têbikoşin.”   ‘ÊRIŞ DIKIN’   Parlamenterê Stenbolê Alî Kenanoglu jî, diyar kir ku di rewşa heyî de, desthilatdarî nikare welat bi rêve bibe û wiha axivî: “Niha amadekariya hilbijartinekê dike. Dengên Kurdan di hilbijartinê de rolek diyarker dilîzin. Ji ber vê êrişî gelê Kurd û HDP’ê dikin. Di pêvajoya pêş me de wê ev êriş zêdetir bibin. Ji ber ku ew dizanin, ger şert û merc asayî bibin, ew ê nikaribin li ser desthilatdariyê bimînin.”   Kenanoglû, da zanîn ku ger hûn zimanê Kurdan tune bi hesibînin û zimanekê heqaretê li dijî gelê Kurd pêş bixin, jixwe hûn weke hedef nîşan didin û wiha bi dawî kir: “Îro bi Kurdî axaftin jî, kirine hedefa xwe. Di oxira hilbijartinê de, dixwazin gelek bikin dijmînê hev. Ji xwe em hemû penaberin. Sibe emê li ser kîjan axê nan bixwin ne diyare. Divê em li ser vê erdnîgariyê bi hevre bijîn. Ji bilî vê tu şansê me tuneye. Divê kes nebe amûrê van gotin û nêzîkatiyên kîn, nefret û nîqaşên hedefgirtinê.”