ROJEVA 24'Ê TÎRMEHA 2021'AN 2021-07-24 09:00:37 * Weşanxaneya Na, pirtûka dîrokî ya nivîskar Kemal Tolan a bi navê “Danasîna Dîroka Welatê Xaltan û Zoro Axayê Êzdiyê Xaltî” weşand.  * Karkerên kurd ên li navçeya Bîgayê, ragihandin ku 5 roj in ava tê konên wan hatiyye qutkirin û gava ji bo çareserkirina pirsgirêkê hevdîtin bi keya û qeymeqam re kirin, her duyyan jî bi zimanekî cihêkar bi wan re axivîne.    * Li gundê Marûnîs ê Colemêrgê welatiyên ku dema heywanên xwe diçêrandin eskeran çek li wan teqandin û paşê li wan xistin gotin: "Esker, tim zilmê dikin. Dibêjin 'herêma terorê', lê li herêmê kes tune ye. Sirf ji bo îşkenceyê bikin, ev yek ji xwe re kirine hincet."    * Serokê ÎHD'a Amedê Abdûllah Zeytûn, diyar kir ku sedema êrîşên nîjadperest ên li hemberî kurdan polîtîkayên heyî ne. Zeytûn, destnîşan kir ku neçareserkirina pirsgirêka kurdî dibe sedema van êrîşan.    * Hevseroka Giştî ya ÎHD'ê Eren Keskîn, diyar kir ku divê daraz li hemberî êrîşên nîjadperest ên li dijî kurdan helwesta xwe nîşan bide û Cîgirê Hevserokatiya Giştî ya HDP'ê Umît Dede jî destnîşan kir ku polîtîkaya bêcezatiyê êrîşkaran wêrek dike.   * Hevserokê KNK'ê Ahmet Karamûs, anî ziman ku ji xeynî PDK'ê hemû partiyên din xwe didin ber xebatên yekîtiya neteweyî û got: "Heger yekîtî çêbibe, dê berjewendiyên Kurdistanê bên parastin û dê Kurdistan bibe xwedî statu."    * Çalakiya nobeta "Edaletê" ya Malbata Şenyaşar wê di roja 138'emîn de berdewam bike.    * Xizmên Windayan û ÎHD'ê wê li Amed û Êlihê li aqûbeta windayan bipirsin û daxwaza edaletê bikin (12.00)   * Dayikên Şemiyê wê di hefteya 852'yemîn de li aqûbeta windayan bipirsin û daxwaz bikin ku kujer bên cezakirin. (12.00)    * Parêzvanên mafê mirovan li Enqere û Stenbolê wê bal bikişînin ser rewşa girtiyên nexweş.(13.30)