Gundiyên ku eskeran li wan xist: Esker zilmê dikin 2021-07-24 09:01:55 COLEMÊRG - Li gundê Marûnîs ê Colemêrgê welatiyên ku dema heywanên xwe diçêrandin eskeran çek li wan teqandin û paşê li wan xistin gotin: "Esker, tim zilmê dikin. Dibêjin 'herêma terorê', lê li herêmê kes tune ye. Sirf ji bo îşkenceyê bikin, ev yek ji xwe re kirine hincet."  Li mezrika Kûtûs a gundê Marûnis ê Colemêrgê, di 5'ê Tîrmehê de Hamît Kaya, Kemal Kûrt û Mehmet Dûman, gava dan dû heywanên xwe yên windabûyî, eskeran çek li wan teqandibûn. Paşê eskeran heqaret li wan kiribû û ew berdabûn.    ARAMÎ NEMAYE    Kemal Kûrt (48) anî ziman ku bi salan e tiştên wiha tên serê wan û vê yekê wekî "zilmê" bi nav kir. Kûrt, bilêv kir ku esker tim astengiyan didin ber wan û ji ber vê nikarin xweşikî heywanên xwe biçêrînin. Kûrt got: "Tu aramî nehiştine. Zozanên me qedexe dikin. Her tim dibêjin 'tapoya xwe nîşan bidin.' Li gund tapoya kesî tune ye. Lê em ji bav û kalan ve li vir in. Jixwe axa me ye, ma em ê tapoa çi nîşan bidin. Li gund li her malê 10 kes hene. Em bi sewalvaniyê debara xwe dikin."    ESKERAN GEF LI WAN XWARIN   Kûrt, behsa roja bûyerê kir: "Heywanên me ên li zozanan wind bûn. Me jî da dû wan. Hin mihên me jî li cem me bûn. Esker, dizanin em şivan in. Eskerên hatin heqaret li me kirin û çêr kirin. Gotin, 'Hûn hinekî din jî nêz bibin, em ê we bikujin.' Çek spartin serê me. Gef li me xwarin. Me ji fermandar e got, 'Ev der warê me ye, kalên me li vir mezin bûne. Em ê biçin ku?' Got, 'Gere hûn li vir nemînin.' Baş e, dê heywanên me li ku biçêrin?"    Kûrt, diyar kir ku du roj bi şûn de heywanên xwe dîtine û eskeran nehiştiye avê jî bidin heywanên xwe yên tî. Kûrt got: "Ez çûm cem fermandar min ji bo esker astengiyan nedin ber me, lê fermandar got 'Hûn gavek din jî bavêjin, ez ê we bikujim.'"    Kûrt, destnîşan kir ku eskerên tahdeyê li wan dikin qedexe danîne ber wan ku piştî 6'ê êvarî nikarin ji konan derkevin. Kûrt got: "Tu çareyek nemaye. Esker, tim zilmê dikin. Dibêjin 'ev der herêma terorê ye', lê li herêmê kes tune ye. Sirf ji bo îşkenceyê bikin, ev yek ji xwe re kirine hincet. Çawîşekî pispor ê di umrê kurê min de tahdeyê li me dike. Bi pehîn û kulman li me dixe. Bi qundaxê li pişta min xist. Xwedê jî qebûl nake. Çi sûcê me heye? Heger sûcek me hebe, bila bibêjin qene em cezayê xwe bikişînin. Em mecbûr in heywanên xwe xwedî bikin. Hê jî gelek mihên me winda ne. Heywanên me li ku ne? Em nizanin."    HEQARET, LÊDAN    Hamût Kaya (52) ku eskeran li wî jî xistiye got: "Dixwazin me ji gund derxînin. Dibêjin 'mihên xwe ji vir bibin. Esker nahêlin em heywanên xwe biçêrînin. Bi çekê gefan li me dixwin. Gava em li heywanên xwe digeriyan, eskeran gazî me kir. Bi çekan êrîş anîn ser me, li me xistin, heqaret li me kirin û çêr kirin. Gotin, 'Gere kes neyê van deran.' Îja em ê biçin ku?"