58 kes ji ber Covîd-19'ê mirin, hejmara pêketiyan zêde bû 2021-07-24 21:17:25   NAVENDA NÛÇEYAN - Di 24 saetên dawî de 58 kesên din jî ji ber Covîd-19'ê jiyana xwe ji dest dan û 12 hezar û 381 kes pê ketin.    Li gor daneyên Wezareta Tenduristiyê yên derbarê Covîd-19'ê de, di 24 saetên dawî de 221 hezar û 463 test hatine kirin û 12 hezar û 381 kes bi Covîd-19'ê ketine. Hat diyarkirin ku 58 kes jî ji ber Covîd-19'ê jiyana xwe ji dest dane.    Li gor daneyan, 5 hezar û 383 kes jî baş bûne.