Îqtidar û muxalefet bi zimanê xwe ço li ba dikin 2021-07-25 09:03:15   ÎZMÎR - Serokê Komeleya Pira Gelan Ustun Reinart, li dijî êrişên nîjadperest ên li hemberî kurdan û penaberan ji bo têkoşîneke hevpar bang kir û destnîşan kir ku îqtidar û muxalefet bi gotinên xwe hiyerarşiyê zexim dikin û çoyê xwe ji penaberan li ba dikin.    Zimanê cihêkar û berberîbûnê yê îqtidara AKP-MHP'ê dibe sedema êrîşên nîjadperest. Piştî êrîşa li ser HDP'a Îzmîrê û Marmarîsê, li Enqere, Konyya û Afyonê jî li dijî karkerên kurd êrîşên nîjadperest pêk hatin. Her wiha li hemberî penaberên ku ji ber êrîşên Talîbanê û ji ber şerê navxweyî yên Sûriyyey ji bêgavî berê xwe didin Tirkiyeyê jî bi êrîşan re rû bi rû dimînin.    Serokê Komeleya Pira Gelan Ustun Reinart, polîtîkayên nîjadperest ên li hemberî kurdan û penaberan nirxandin.    MAFÊN PENABERAN    Reînart, bilêv kir ku ji xeynî îqtidarê hefteya borî Serokê Giştî yê CHP'ê Kemal Kiliçdaroglû jî penaberên sûriyeyî û afxan hedef girtin û diyar kir ku gava bên hilbijartin dê penaberan bişînin welatên wan. Reînart, destnîşan kir ku îqtidar û muxalefet tev de bi gotinên xwe hiyarerşiyê zexim dikin û li hemberî penaberan ço li ba dikin.    Reînart, bibîr xist ku mafê penaberan ên ku bixwazin biçin kîjan welatî, di qada navneteweyî de hatiye pejirandin.    'DIJMINATÎ'    Reînart, anî ziman ku diviyabû li cîhanê û Tirkiyeyê polîtîayeke penaberan a li gor heqiyê hebûna, lê belê berevajî wê dijminatiya li hemberî penaberan bi awayekî sîstematîk tê gurkirin.    'NE MÊVAN IN'   Reînart got: "Divê baş bê zanîn ku îhtimala ku vegerin tune ye. Êdî ne 'mêvan' in. Lewma dewlet jî di nav de divê tevahiya civakê ji bo jiyana bi hev re ya bi penaberan re tevbigerin."    Reînart, ji bo êrîşên nîjadperest ên li hemberî kurdan ku li Enqere, Konya û Afyonê pêk hatibûn jî anî ziman ku êrîşine saw bûn. Reînart, li hemberî sûcên li hemberî mirovahiyê ji bo têkoşîneke hevpar bang kir.    MA / Sevda Aydin