Tirkiyê ji Girê Spî 2 jin revandin 2021-07-25 12:31:53 NAVENDA NÛÇEYAN - Hat ragihandin ku Girê Spî ya ku Tirkiye û grûpên bi ser wê ve lê dimînin, 2 jin ji gundewaran hatine revandin.   Li bajarên wek Efrîn, Grî Spî û Serêkaniyê yên Rojavayê Kurdistanê revandina mirovan berdewam dike. Çavkaniyek herêmî ji Ajansa Nûçeyan a Hawarê (ANHA) re ragihand ku istîxbarata Tirkiyê li bajarokên Silok û Turkman ên bi ser kantona Girê Spî ku dorpêçkiriye ve jina bi navê Emîne El-Hebîb (ji eşîra Teyî ya Ereban) ji bajarokê Silokê, her wiha jina bi navê Ebîr Hisên El -Îsa (ji eşîra El-Bo Esaf) ji bajarokê Turkman a kantonê, ji aliyê Trkiyê ve hatine revandin.   Heman çavkanî destnîşan kir ku her du birin baregeheke leşkerî ya Tirkiyê ku li Girê Spî ye û heya niha derbarê rewşa wan de tu agahî nehatine bidestxistin.