Li Arhaviyê bîlançoya lehiyê eşkere bû 2021-07-25 15:06:06   ARTVÎN -  Bîlançoya lehiya li navçeya Arhavî ya Artvînê hat eşkerekirin. 10 avahî, 9 qonit, 18 beşên serbixwe û 2 axûr hilweşiyan.    Encama xesara lehiya li navçeya Arhavî ya bi ser bajarê Artvînê ve eşkere bû. Li taxên Bogazîçî û Cumhuriyet xesarek mezin pêk hatiye. Xetên ceryan, av û telefonan zirar dîtine. Tîmên şaredariyê û AFAD’ê navenda navçeyê ji xirbe û heriyê dişon. Miduriyeta Herêma Banka Bajaran û Miduriyeta Bajarvaniyê bîlançoya li navçeyê eşkere kir. Li gorî daxuyaniyê li navçeyê 10 avahî, 9 qonit, 18 beşên serbixwe û 2 axûr hilweşiyan û 6 avahî, 3 mal û 9 beşên serbixwe xesarek mezn dît. Ji ber lehiyê û hezazê 253 avahî, hezar û 144 beşên serbixwe û 44 qonit xesar dîtine. Hat zanîn ku li navçeyê xebata tespîta xesarê didome.    Li navçeya Murgul a Artvînê Serdat Yîgît, li navçeya Guneysû ya Rîzeyê Hasan Arici û li Bajaroka Mûradiye Batûhan Delîhasan ku ji ber lehiyê winda ne. Ji bo van her sê kesan xebata lêgerînê didome.