Yek jê zarok 2 kesên ku ketin bendavê xeniqîn 2021-07-25 17:51:34   RIHA - Li navçeya Hewagê yek jê zarok 2 kesên ku ketin bendavê xeniqîn û jiyana xwe ji dest dan.     Li navçeya Hewagê ya Rihayê zarokê bi navê Îbrahîm Erenbûg (16) û Omer Farûk Zamû (20) ku ketin Bendava Ataturkê noqî avê bûn. Li ser agahdarkirina kesên li hawirdorê, li bendavê xebatên rizgarkirinê hatin destpêkirin. Piştî demekê her du ji bendavê hatin derxistin û bi ambûlansê rakirin nexweşxaneyê. Lê li gel hemû mudaxaleyan jî nehatin rizgarkirin û jiyana xwe ji dest da.