Rojanemeger Mame: PDK'ê di rêvebirinê de zehmetî dikişîne 2021-07-26 09:35:56 NAVENDA NÛÇEYAN - Rojnameger Shaswar Mame, geşedanên li Herêma Kurdistanê nirxand û diyar kir ku li herêmê aboriyeke serbixwe tune ye û PDK di rêveberina herêmê de zehmetî dikişîne.  Rojnameger Shaswar Mame ku bûyêrên li Herêma Kurdistanê dişopîne, geşedanên dawîn ên li herêmê ji Ajansa Mezopotamyayê (MA) re nirxand. Shaswar Mame, diyar kir ku li herêmê aboriyeke serbixwe tune ye û ji ber PDK di rêveberina herêmê de zehmetî dikişîne.    ABORIYA SERBIXWE   Rojnameger Mame, bi bîr xist ku beriya êrişên Artêşa Tirk jî li Herêma Kurdistanê tevlîhevî hebûne û wiha got: "Qrîza aborî ya li herêmê hem li ser gel hem jî li ser siyasetê zexteke mezin e. Aboriyeke serbixwe nehat avakirin. Ev jî nîşan dide ku siyaseta bi pêşengiya PDK'ê tê peşxistin çiqas şaş e. PDK'ê peymaneke ku firotina petrolê ya ji bo Tirkiyeyê qebûl dike çêkir. Dema ku mirov van li ber çav digire, dibîne ku bi salan e li herêmê qrîzeke siyasî û aborî heye. Ji ber vê nakokiyên di navbera Hikûmeta Iraqê û Rêveberiya Herêmê de didomin. Ji ber van hemû sedeman Hikûmeta PDK di şertên zehmet de rêveberiya herêmê didomîne. Bi van qrîzan êrişa Tirkiyeyê jî qrîzeke nû bi xwe re anî."    PIŞTIGIRYA TEKANE PDK YE   Mame, destnîşan kir ku Tirkiye di 23'ê nîsanê de Hikûmeta Herêmê jî girtiye cem xwe û dixwaze li dijî PKK'ê bide şerkirin û mîna salên 1990'î dixwaze Hikûmeta Herêmê ji bo armancên xwe bi kar bîne û taybetî bi hêzên ku çek di destê wan de heye re hevdîtinan dike û têkildarî mijarê ev tişt got: "Bi awayekî fermî Tirkiye ji tu beşî piştgirî negirtiye. Lê mirov dikare bibêje ku PDK bi şerê taybet û sîxurtiyê ji Tirkiyeyê re dibe piştgir. Ji ber ku di vê pêvajoyê de bi tena serê xwe maye PDK jî rast e rast piştgirî neda Tirkiyeyê. PDK'ê hewl da li Parlamentoya Herêmê ji bo Tirkiyeyê piştgiriyeke topyekûn derbixe lê YNK'ê vê red kir û her carê got ku li dijî şerê navxweyî ye."   NAKOKÎ Û PEVÇÛN   Têkildarî geşedanên di nav YNK'ê de jî Mame, destnîşan kir ku ji ber nakokiyên di navbera rêveberiya YNK'ê de pirsgirêk derketine û ev tişt anîn ziman: "Tirkiye û PDK hewl didin ji van geşedanên sûd werbigirin, ketine nav hewldanên mudaxaleyê. Lahor Cengî ku beriya demekê hemû rayeyên wî jê hatin girtin, ji ber polîtîkayên xwe yên berjewendiyên  neteweyî di hedefa Tirkiyeyê de bû. Cengî, di civînekê de got ku beriya van bûyeran sûniyekê jê re gotiye, 'Erdogan gotiye ku ez ê di demeke nêz de ji holê bêm rakirin'. Cengî, got ku rast e rast ji aliyê Erdogan ve gef lê hatiye xwarin. Wê piştî vê sancoyên guherîn û veguherînê li herêmê bidomin.    MA / Dilgeş Rûvanas