Serokê Baroya Şirnexê: Êrîşên nîjadperest ne 'hêsan û bi tenê' ne 2021-07-26 11:53:57 ŞIRNEX - Serokê Baroya Şirnexê Rojhat Dîlsîz, diyar kir ku êrişên nîjadperest ên li dijî kurdan ne êrişên "hêsan û bi tenê" ne û wê bibine şopînerên tiştên pêk hatine.    Di rojên dawîn de li Afyon, Enqere û Konyayê li dijî kurdan êrişên nîjadperest pêk hatin û di van êirşan de kesek hat qetilkirin û gelek kes hatin birîndarkirin. 15 baroyên herêmê bi daxuyaniyeke hevpar bertek nîşanî van êrişan dabûn û rojnameya nêzî AKP'ê Yenî Şafakê ji ber vê daxuyaniya wan baroyan kiribû hedef. Yek ji van baroyan jî Baroya Şirnexê bû. Serokê Baroya Şirnexê Rojhat Dîlsîz, diyar kir ku zimanên ku siaysetmedar bi kar tînin di demên dawîn de bandor li ser civakê dikin û wiha got: "Em daxwaz dikin ku di daxuyaniyên xwe de bibêjin ku wê berpirsyarên êrişan derbixin holê û li dijî wan lêpirsîneke bibandor bê meşandin."   'BÛYER BI AWAYEKÎ BANDOR NAYÊN LÊPIRSÎNKIRIN'   Di berdewamê de Dîlsîz, destnîşan kir ku daxuyaniya wan hatiye krîmînalîzkirin û li ser vê di çapameniyê de bi ser navê "Baronên Qendîlê" nûçe hatiye weşandin û ev tişt anîn ziman: "Armanca bingehîn tirsan û tepisandin e.Weke hiqûqnasan me ev nûçe û nûçeyên mîna vê şermezar kir. Di heman demê de em şermezarkirina Serokê TTB'ê û 48 baroyan a ji bo rojnameyê jî weke geşedaneke erênî dibînin. Her çiqas ji aliyê rayedaran ve bûyer weke êrişên "bi tenê" hatibin nîşandan jî ev bûyer ne bûyerên "hêsan û bi tenê" ne. Bi nezikbûneke nîjadperest ji ber nasnameya kurd van bûyeran pêk hatine. Lêpirsînên derbarê bûyeran de bi awayekî bibandor nehatine kirin. Divê lêpirsîn bi awayekî bibandor bên kirin, berpirsyar derkevin holê û ji bo cezayê ku heq dikin bigirin em ê bûyeran bişopînin.”