Li dijî nijadperestiyê banga têkoşînê 2021-07-26 13:36:15   COLEMÊRG - Rêxistina HDP’ê ya Colemêrgê, li dijî tundî û nijadperestiya li welat zêde dibe, banga têkoşîna hevpar kir û got: “Em ê biryardariya xwe ya jiyanek bi hev re dewam bikin.”    Rêxistina Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ya Colemêrgê, bi daxuyaniyekê bertek nîşanî tundî û êrişên nijadperest ên li dijî Kurdên li Afyon, Enqere û Konyayê, da. Daxuyanî li ber avahiya partiyê hat lidarxistin. Parlamenterê HDP’ê yê Colemêrgê Saît Dede, Meclîsa Dayikên Aştiyê, hevserokên navçeyê û gelek endamên partiyê beşdarî civînê bûn.    Hevseroka Navçeya Navendî Sînem Seven, di daxuyanî de axivî û diyar kir ku berpirsiyarê van êrişan desthilatdariya AKP û MHP’ê ye. Seven, anî ziman ku desthilatdariya faşîst a AKP-MHP’ê, HDP’ê û Kurdên ji bo xwe weke asteng dibîne, dike hedef. Seven, di dewama axaftina xwe de wiha got: “Yên ku di warê siyasî û hiqûqî de bi me nikarin, serî li êrişên nijadperest didin. Di hiqûqa gerdunî de êrişên nijadperest sûcê li dijî mirovahiyê ye. Bi van êrişan dixwazin Tirkiyeyê ber bi zinaran ve bibin.”   BANGA TÊKOŞÎNÊ   Seven, li dijî êrişa banga têkoşîna demokratîk li raya giştî kir û wiha bilêv kir: “Em tenê dikarin bi têkoşînek hevpar êrişên wiha yên nîjadperest ên li dijî Kurd û partiya xwe bidin sekinandin. Ji bo jiyanek aram me banga piştevaniyê li her kesî dikin. Werin em li dijî nijadperestiyê, jiyanê bi hev re bihûnin.”