Dadgeha Bilind derbarê çalakiyên Kobanê de biryareke balkêş da 2021-07-26 15:45:36   ÎDIR - 16'emîn a Daîreya Cezayê ya Dadgeha Bilind, biryara dadgeha herêmî ya derbarê Selahattîn Demîrtaş de ku axaftinên Demîrtaş ên têkildarî çalakiyên Kobanê weke sûc nehesibandibû erê kir.    Li Îdirê bi hinceta ku tevlî çalakiyên Kobanê yên di 6-8'ê cotmeha 2014'an de bûbûn, bi sûcdariya "endamtiya rêxistinê" , "li ser navê rêxistinê kirine sûc" , "berxwedana ji bo astengkirina peywirê"  û "xesar dayîna malê cemaweriyê" doz li 9 kesan hatibû vekirin û li 1'emîn Dadgeha Cezaya Giran a Îdirê hatibûn darizandin. Cezayên ku ji aliyê vê dadgehê ve li her neh kesan hatibû birîn ji aliyê Dadgeha Bilind ve hat erêkirin.    Dema darizandinê rexmî ku parêzerên bersûcan gotibûn ku muwekîlên wan "Li ser banga HDP'ê tevlî çalakiyan bûne" jî di biryara dadgeha herêmî de ev nirxandibûn hatibû kirin: "Her çi qas beşek parêzerên bersûcan, di parastinên xwe de diyar kiribin ku muwekîlên wan ne li ser banga rêxistinê, li ser banga Hevserokê Giştî yê HDP'ê tevlî çalakiyan bûne jî; dema ku înternet û girtekên tespîtan hatin lêkolînkirin; di malperên ku ji bo PKK'ê weşan kirine de ji bo beşdariya çalakiyên mijara gotinê ne bang hatine kirin û ji serokên rêxistinên Mûrat Karayilan piştgirî daye çalakiyan û banga çalakiyan kiriye, dema çalakiyan xesar dane wesayîtên cemaweriyê, ATM'ê banqayan, cihên kar ên gelê sivîl û tundiyê li peywirdarên cemaweriyê kirine. Dema ku ev li ber çav bên girtin wê dîtin ku çalakî tenê li ser banga rêxistinên hatine kirin, banga serokê partiyeke siyasî wê ji bo çalakiyên ku nebin sûc be."   Li ser temyîzê 16'emîn a Daîreya Cezayê ya Dadgeha Bilind ku dosya dozê jê re hat şandin, biryara dadgeha herêmî erê kir. Di biryarê de nirxandinên li gorî hikmê ku dadgehê daye cih girtin.    'ÇALAKÎ NE LI SER BANGA HDP'Ê HATINE KIRIN'   Di biryara Dadgeha Bilind a di 24'ê gulana 2021'an de ev tişt hatiye gotin: "Kirariyên ûsulî yên di pêvajoya darizandinê de li gorî qanûnê hatine kirin, delîlên ku ji hikman re esas hatine girtin li gorî hiqûqê hatine bidestxistin, di astan de angaştên ku hatin kirin û parastin bêkemasî li gorî venêrîna temyîzê hatine derpêşkirin, beyîguhertin eslê wan hatine nîqaşkirin, baweriya wijdanî li gorî daneyên teqez, hevgirtî û ne bi nakok e, çalakî rast hatine nirxandin, li gorî şeklê qanûnê ye û danekirin li gorî şexsîkirina qanûnî pêk hatine."   DIBE KU SEYRA DOZA KOBANÊ BIGUHERE   Vê biryara 16'emîn a Daîreya Cezayê ya Dadgeha Bilind, ji bo Doza Kobanê ku Hevserokên Giştî yên berê yên HDP'ê Selahattîn Demîrtaş û Fîgen Yuksekdag jî di nav de 108 siyasetmedar têde tên darizandin girîng e. Di doznameya doza mijara gotinê de sûcdariya ku çalakî li ser banga wan hatine li darxistin û mezinkirin li  siyasetmedarên HDP'ê tê kirin.    Hiqûqnasan; diyar dikin ku Dadgeha Destûra Bingehîn a Ewropayê (DMME) jî bi heman rengî biryar daye lê dadgehên herêmî vê esas nagirin û ji ber vê sedemê biryara Dadgeha Bilind ji bo dadgehên herêmî derbasdar e.