Bavê ku polîs bû sedema mirina kurê wî: Ma em li ku bidin dû edaletê? 2021-07-27 09:00:58 RIHA - Li Rihayê polîs F.S. bi motosiklêtê li zarokê bi navê Ahmet Çetîn Genç qelibîbû û Genç miribû. Lêpirsîna derbarê mirina Genç de 8 meh e hê jî bi dawî nebûye. Bavê Genç, Dogan Genç, anî ziman ku hê jî F.S. polîstiyê dike û got: "Kiryarên kurê min diyar in, lê kes nehatiye girtin. Ma em li ku bidin dû edaletê?"  Li navçeya navendî Halîliye ya Rihayê di 31'ê Kanûna 2020'î de li Xaçerêya Edliyeyê polîsên bi motosikilêt li motosikilêta M.K. ku zarokê bi navê Ahmet Çetîn Genç (17) jî pê re bû qelibandin. Di qezayê de M.K. û Ahmet Çetîn Genç bi giranî birîndar bûbûn. Genç, rakiriabûn Nexweşxaneya Dewletê ya Mehmet Akîf Înanê. Genç, piştî 74 rojên li nexweşxaneyê, di 14'ê Adarê de jiyana xwe ji dest dabû.    Piştî lêkolînan derketibû holê ku polîsê ku bûye sedema Ahmet Çetîn Genç, polîs F.S. bûye û derbarê wî de lêpirsîn hatibû destpêkirin. 8 meh di ser bûyerê re derbas bûne, lê hê jî lêpirsîn bi dawî nebûye û îdianame nehatiye amadekirin.    Bav Dogan Genç, anî ziman ku kurê wî di Ûrfa Sporê de bûye û xwendekarê lîseyê bûye. Bav Genç got: "Min kurê xwe şand dibistanê, teslîmî hikûmetê kir. Lê li cihê ku staj lê dikir, wî bi motorsikilêtê bi kesekî re şandine kar. Polûsên yûnûs jî guh nedane ronahiya sor û li wan qelibanî ne. Kurê min bi giranî birîndar bû. Piştî 74 rojên li nexweşxaneyê jiyana xwe ji dest da. Ji rayedarên dewletê kes jî nehat sersaxiyê. Polîsê bû sedema mirina kurê min, piştî bûyerê mehekê destûr xwestiye. Niha li Wêranşarê dixebite. Êdî kî derkeve pêşiya wî, dibe ku wan bikuje. Heger edalet wiha be, dê ev jî wisa bike."    ‘KIRYAR DIYAR IN, KES NEHATIYE GIRTIN'    Genç ku got "kiryarên kurê min diyar in, lê hê jî kes nehatiye girtin" destnîşan kir ku hê jî lêpirsîna derbarê polîs wek berê ye. Genç got: "Ma em li ku bidin dû edaletç? Xwîna kurê min li erdê ma. Doz nehat kirin. Ên bûn sedema mirina kurê min diyar in, lê çima kes nayê girtin? Hêvîdar im rojek berî rojekê edalet pêk bê. Heger tersa vê bûyerê çêbûbûna, niha em ji zû de hatibûn girtin. Kurê min kuştin."    MA / Bariş Polat