Li Beyoglû şerê çekdarî: 3 kes mirin û kesek birîndar bû 2021-07-27 16:00:11   STENBOL - Li navçeya Beyoglû di navbera komên xizmên hev de şerê çekdarî derket. Di şer de 3 kesan jiyana xwe ji dest da û kesek jî birîndar bû.    Li taxa Ornektepeê ya navçeya Beyoglû ya Stenbolê, di navbera komên xizmên hev de şerê çekdarî derket. Di şerê ku saet di 13.45'an de derket de kesek ku navê wî nehat bînkirin ji piyê xwe birîndar bû. Piştre kesê birîndar gule li aliyê dijber barand û ji alî 3 kesan kuşt. Tîmên tenduristiyê û polis sewqî cihê bûyerê hatin kirin. Li taxê bergiriyên zêde hatin girtin û kesê birîndar ê kesan kuşt hat binçavkirin.