Bakirhan: Meseleya kurdî heger çareser bibe dê bi piştevaniyê çareser bibe 2021-07-27 21:52:56   EDENE - Cîgirê Hevserokatiya Giştî ya HDP'ê Tûncer Bakirhan li Edeneyê di çarçoveya kampanyaya "Em HDP'î ne, li her derî ne" de li dijî faşîzmê ji bo têkoşîneke hevpar bang kir û got: "Meseleya kurdî, heger çareser bibe dê bi piştevaniyê çareser bibe."    Cîgirê Hevserokatiya Giştî ya Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Tûncer Bakirhan û Serokwekîla Koma HDP'ê Meral Daniş Beştaş li Edeneyê di çarçoveya kampanyaya "Em HDP'î ne, li her derî ne" li Park Otêla Şîrînê hevdîtin bi nûnerên rêxistinên civaka sivîl û partiyên siyasî re kirin. Li hêwanê pankartên li ser "Em HDP'î ne, li her derî ne! Em Piştevaniyê Xurt Dikin", "Em HDP'î ne, li her derî ne, li dijî faşîzmê, komara demokratîk" û "HDP hêvî ye, em hêviyê xurt dikin" nivîsandî hatin daliqandin. Ji xeynî Bakirhan û Beştaşê, parlementerên HDP'ê Tulay Hatîmogûllari, Fatma Kûrûlan û Kemal Pekoz û endamên MYK û PM'ê yên HDP'ê û nûnerên partiyên siyasî û rêxistinên demokratîk jî tevli hevdîtinê bûn. Di civînê de pêvajo hat nirxandin.    Ewilî Hevseroka HDP'a Edeneyê Gulseren Tûral axivî û got: "Em ji bo tifaqa demokrasiyê ava bikin û bi hev re rêyên çareseriyê peyda bikin, em van civînan çêdikin."    MESELEYA KURDÎ   Paşê Cîgirê Hevserokatiya Giştî ya HDP'ê Tûncer Bakirhan axivî. Bakirhan, anî ziman ku ji bo tifaqeke demokrasiyê ya xurt nîqaş bikin li hev kom bûne. Bakirhan, bilêv kir ku bi îqtidareke ku guh li pirsgirêkên civakê nake re rû bi rû ne û got: "Her roj, mirov xwe dikujin. Derfetên me yên ku em pêşî li ber vê xizaniya Tirkiyeyê bigirin tune ne. Di dest me de tenê têkoşîn heye."    Bakirhan, hilbijartinên herêmî jî nirxandin û got: "Hilbijartinan rê me da ku îqtidara faşîzan ne xurt e. Hêzên demokrasiyê dê çawa bên cem hev du, em ê li dor kîjan rêgezan li hev kom bibin. em van tiştan nîqaş dikin. Heger meseleya kurdî bê çareserkirin, dê bi piştevaniyê bê çareserkirin. Em bi pêvajoyeke ji ya derbeyan xirabtir re rû bi rû ne. Jin tên kuştin, mirov tên revandin, kiryar li meydanê digerin. Em wisa bawer dikin ku ji bi sekinandina faşîzmê, divê em bên cem hev du."    'LI TIRKIYEYÊ HIQÛQ TUNE YE'   Piştî Bakirhan Serokwekîla Koma HDP'ê Meral Daniş Beştaş jî axivî. Beştaş jî ji bo avakirina pêşerojê bal kişand ser girîngiya pêkhateyên li Edeneyê. Beştaş, destnîşan kir ku li Tirkiyeyê hiqûq nemae û got: "Em wisa bawer dikin ku em tevî saziyên demokratîk, aktivîst û dînamîkên civakê em ê karibin pêşî li ber vê rewşê bigirin."    Beştaş, bal kişand ser meseleya kurdî jî û got: "Em wisa bawer dikin ku em ê bi nîqaşkirinê li dor rêgezine hevpar bên cem hev du."   HÊZÊN DEMOKRASIYÊ    Piştî axaftina Bakirhan, nûnerên rêxistinên demokratîk û partiyên siyasî jî di axaftinên xwe de destnîşan kirin ku gava hêzên demokrasiyê bên cem hev du dê îqtidara AKP'ê paş de biçe. Di nîqaşan de hat diyarkirin ku dikarin wê yekîtiya ku di hilbijartinên herêmî de pêk hat, li seranserê Tirkiyeyê pêk bînin.    Bernameya sibê ya heyetê dê li Ceyhana Edene û Osmaniyeyê bidome.