Olûç: HDP gotina berxwedana birûmet e, nayê girtin 2021-07-27 22:36:54   BÛRSA – Serokwekîlê Koma HDP'ê Sarûhan Olûç ku di çarçoveya kampanyaya "Em HDP'î ne, li her derî ne" de li Bûrsayê di hevdîtina bi gel re axivî, got: "HDP, gotina berxwedana birûmet e. Nayê girtin."    Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) di çarçoveya kampanyaya "Em HDP'î ne, li her derî ne" de li navçea Yildirim, Gursû û Osmangazî yên Bûrsayê esnaf û gel ziyaret kirin.    HDP'î bi tevlîbûna Serokwekîlê Koma HDP'ê û Endamê Desteya Rêvebir a Navendî ya HDP'ê Ferhat Encu ewilî li avahiya partiyê ya navçeya Yildirimê civîneke gel çêkirin. Piştî civînê Olûç û heyeta pê re, li navçea Yildirim, Gursî û Osmangaziyê hevdîtin bi esnaf û gel re kir. Heyet li her derî bi dirûşmeya "HDP hêvî ye, hêvî li ser pêya ye" hat pêşwazîkirin.    Piştî serdana esnaf û gel, li Parka Mevlana ya Osmangaziyê daxuyaniyek hat dayîn. Di daxuyaniyê de ewilî Ferhat Encu axivî. Encu, bal kişand ser zext û zoriyên li ser partiya wan û bilêv kir ku ji ber van êrîş û zextan ev kampanya dane destpêkirin. Encu, bal kişand ser girîngiya hevdîtina bi gel re jî û bilêv kir ku bajar bi bajar, kuçe bi kuçe xebatên xwe dimeşînin. Encu ku got "Em ê bi hev re aştî û azadiyê bînin", destnîşan kir ku dê bi piştgiriyya gel êrîşên li ser partiya wan pûç bibin.    ‘HDP, GOTINA BERXWEDANA BIRÛMET E'    Paşê Serokwekîlê Koma HDP'ê Sarûhan Olûç axivî. Olûç, di warê kampanyayê de gel û esnaf serwext kirin û bal kişand ser girîngiya kampanyayê ya di warê rêxistinbûyînê de. Olûç, da zanîn ku dê kampanyaya wan heta dawiya havînê bidome û dê di dawiya van xebatan de deklerasyonekê aşkere bikin.    Olûç, bilêv kir ku kuçe bi kuçe li bajêr geriyane û got: "Em li hemû kuçeyên bajêr geriyan. Me dît ku HDP, ne ew partî ye ku deriyê wê bê qufilkirin. HDP, gel e. HDP, gotina berxwedana bi rûmet a gelê kurd e. Fîkriyata hatina cem hev a gelên Tirkiyeyê ye. Nayê girtin."    TECRÎD   Olûç, bal kişand ser tecrîda li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan jî û got: "Birêz Ocalan ji bo aştiyê têdikoşe." Olûç, Peymana Dolmabahçeyê bibîr xist û diyar kir ku îqtidarê ev peyman qebûl nekiriye. Olûç, gotina Ocalan a derbarê meseleya kurdî de ku di hevdîtina dawî ya bi parêzeran re gotibû "Ez ê di hefteyekê de çareser bikim" bibîr xist û got: "Ji wê rojê heya niha tecrîda mutleq didome, bi destê vê îqtidarê. Nexwe, ev îqtidar aştiyê naxwaze. Heya aştî çêbibe, em di gotina xwe de bibriyar in. Em ê di aştî, azadî û demokrasiyê de bi ser bikevin. Serkeftin ji bo her kesî."