Polîsan gef li belavkarê rojnameya Yenî Yaşamê xwar 2021-07-28 09:02:09 MÊRSÎN - Belavkarê Rojnameya Yenî Yaşamê Resûl Demîr, anî ziman ku polîsan gef lê xwarine û gotine: "Heya tu wê rojnemayê belav bikî dê tiştên nebaş bên serê te."  Polîsan gef li belavkarê Rojnameya Yenî Yaşamê Resûl Demîr (24), xwarin. Demîr ku mehek e li navçeya Akdenîz a Mêrsînê rojnameyê belav dike, anî ziman ku polîsa gefan lê dixwin û tahdeyê lê dikin.   Demîr, diyar kir ku hefteya borî gava rojname biriye qehwexaneyeke ku aboneyê rojnameyê ye, çend polîsên li qehwexaneyê bi lîstikê dilîstin, gazî wî kirine û jê pirsîne bê ka kîjan rojnameyê belav dike.    GEF LÊ XWARIN   Demîr, anî ziman ku ji wan re gotiye Rojnameya Yenî Yaşamê belav dike û got: "Gotin tu çima vê rojnameyê belav dikî. Pirsîn bê ka destûr heye yan na. Gava min got, destûr heye, gotin 'Resûl, tu berê jî 3 caran hatiyî girtin. Tu rihet nasekinî. Her hal tu dixwazî cardin bêyî girtin.'"   Demîr, diyyar kir ku piştî vê bi çend rojan heman tişt cardin hatiye serê wî û got: "Li taxa me çalakiyek hebû. Piştî çalakiyê bi şev saet di dehan de, gava diçûm malê wesayîteke zirxî hat li ber min sekinî. Ji min pirsîn bê ka diçim ku derê. Gava min got ez diçim malê, gotin 'Tu hê rojnameyê belav dikî?' Bi dû re gotin, 'Heya tu wê rojnemayê belav bikî dê tiştên nebaş bên serê te.' Min ji wan re got rojname qanûnî ye. Wan jî got, 'Sibê tiştk bê serê te, dawiyê tu nebêjî we ji min re negot. Dev ji vî karî berde, aqûbeta te ne bi xêr e. Wer li vê wesayîtê siwar bibe, em herin.' Hewildan min li wesayîtê siwar bikin. Gava min got naxwazim siwar bibim, em hinekî bi hev ketin û dawiyê gotin 'tu yê bibînî.'"    Demîr, destnîşan kir ku ji ber ku Rojnameya Yenî Yaşamê rastiyan dide der, tê astengkirin û got: "Lê çi dikin bila bikin, çi qas gefan dixwin bila bixwin, em dev jê bernadin."    MA / Omer Akin