Nahît Eren: Ji bo çareseriya pirsgirêka kurd pêdivî bi pêvajoyek nû heye 2021-07-28 10:04:53 AMED - Serokê Baroya Amedê Nahîr Eren destnîşan kir ku li Tirkiyê pirsgirêka herî mezin pirsgirêka kurd e û ji bo çareseriya pêdivî bi pêvajoyek nû heye û rojnameyên ku baroyan hedef dide nîşandan berê jî ji bo Tahîr Elçî heman manşetan nivîsandibûn.  Ji ber gotin, ziman û tevgerên îqtidarê rewşek dubendî li Tirkiyê serdest e. Di encama zimanê nefretê yê îqtidarê de li dijî kurd û penaberan êrişên nijadperestî pêk tên. Herî dawî di hefteyekê de li Enqere, Afyon û Konyayê li dijî kurdan 3 êrişên cuda pêk hatin û di êrişa li Konyayê de Hakîm Dal ê ji Amedê jiyana xwe ji dest da. 2 kes jê giran bi giştî 15 kes di van êrişan de birîndar bûn. 15 baroyên bajarên Bakurê Kurdistanê li dijî van êrişan nerazîbûn nîşan dabûn û daxwaz kiribûn ku lêpirsînek bi bandor were destpêkirin. Rojnameya Yenî Şafakê ku berdevkiya îqtidar û nijadperestiyê dike bi manşeta xwe van 15 baroyan kiribû hedef.    Yek ji baroyên ku her tim dibe hedefa êriş û gefan û Yenî Şafakê wê kiribû hedef Baroya Amedê ye. Serokê Baroya Amedê Nahît Eren têkildarî van êrişên nijadperest û rol û rista medyayê, siyaset û darazê ji ajansa me re axivî.    ‘DIVÊ ÎQTIDAR DEV JI ZIMANÊ HIŞK BERDE’    Nahît Eren destnîşan kir ku dema berê jî li bajarên rojavayê Tirkiyê êrişên nijadperest li dijî welatiyên kurd pêk hatin û got: “Li Derya Reş êrişî malbatên kurd kirin. Ji ber kurdî û kurdbûnê li Sakaryayê welatiyên kurd hatin kuştin. Di demên dawî de li dijî avahiyên HDP’ê yên Îzmîr û Marmarîsê êriş pêk hatin. Herî dawî li Afyon, Enqere û Konyayê êrişên nijadpreset li ser hev pêk hatin û mixabin ku dibe sedemê vê yekê jî êrişên sîstematîk in. Em dibînin ku li Tirkiyê di salên dawî de atmosfera siyasî hişk bûye û ev yek bandora xwe li ser civakê jî dike. Xisûmetiyek biçûk jî dizivire êrişên nijadperest. Ji bo dawî li van êrişan were divê îqtidar û siyaset dev ji van gotinên hişk ên siyasî berde.”    ‘ZIMANÊ MEDYAYÊ ÊRIŞAN SOR DIKE’    Eren bal kişand ser zimanê medyayê yên nefretê ku bikar tîne û got: “Medya Tirkiyê jî li gorî zimanê hişk ê siyasetê tevdigere. Li şûna ku rastiyê ragihîne, lê li gorî rewşa siyasî tevdigere. Medyayek ku zimanê dubendiyê bikar tîne û krîmanalîze dike heye. Ev yek xetereyek mezin bi xwe re tîne û bandorê li ser civakê dike. Di çend salên dawî de aciziyek li dijî rêxistinên civakî yên sivîl heye. Hem îqtidar û hem jî burokrasî vê aciziya xwe dide nîşandan. Xebat û daxuyaniyên me hin derdoran aciz dike. Herî dawî jî rojnameya Yenî Şafakê li dijî 15 baroyan zimanek ku hedef nîşan dide, bikar anî. Medya bi vî zimanê ku bikar tîne sazî û dezgehên demokratîk hedef dide nîşandan. Ji ber ku ferasetek azadîxwaz a medyayê li Tirkiyê nîne. Ev feraset û hedef nîşandana Yenî Şafakê qet nayê qebûlkirin.”    ‘BERÊ JÎ TAHÎR ELÇÎ HEDEF NÎŞAN DAN’    Eren anî ziman k udi demên berê de jî hedef nîşandanê wiha hebûn û wiha got: “Berê bi hedef nîşandanê bûyerên xemgîntir jî qewimîn. Heman medya û weşanan di dema berê de serokê me yê rehmetî Tahîr Elçî hedef nîşan dabûn. Yanî divê zimanek berpirsiyar ê çapemeniyê hebe. Nûçe û zimanê hedef nîşandanê zirarên mezin û cidî dide xebatên rêxistinên civakî yên sivîl.”    ‘PÊŞIYA BÛYERAN NEYÊ GIRTIN, ENCAMÊN XETERETIR WÊ DERKEVIN’    Eren destnîşan kir ku di bingeha pirsgirêkên li Tirkiyê de neçareserkirina pirsgirêka kurd heye û wiha got: “Pirsgirêka Tirkiyê ew e ku bi pirsgirêkên xwe re rûbirû nabe. Yanî li Tirkiyê yek ji pirsgirêkên herî mezin pirsgirêka kurd e. Pirsgirêkek giran e. Bi hezaran însanên me canê xwe ji dest dan. Sedem jî neçareserkirina vê pirsgirêkê ye. Em wek baroyên her tim dibêjin û em ê bêjin jî divê ku yek însanek me jiyana xwe ji dest nede û lazim e bêyî însan jiyana xwe ji dest bidin pirsgirêkan rûbirû çareser bikin. Ji pirsgirêkên mezin heta yên biçûk. Mixabin li Tirkiyê îdareyek ku naxwaze bi pirsgirêkan re rûbirû bimîne heye. Di her êriş û bûyerên nijadperest de îdare yanî walîtiyên wan bajaran dixwazin bi daxuyaniyên sivîk û wek bûyerên adlî ser êrişên nijadperest bigirin. Çi dibe bila bibe divê em bi problemên xwe yên bingehîn re rûbirû bibin. Di bingeha van pirsgirêkan de jî meseleya kurd heye. Heke bûyer neyên rûbirûkirin wê encamên giran derkevin holê.”    ‘DARAZ SERBIXWE NAFIKIRE’    Eren diyar kir ku daxuyaniyên walîtiyan û nûçeyên di medya tirk de derdikevin bandorê li ser pêvajoya doza bûyerê jî dike û ev yek jî dibe sedema polîtîkaya bêceza hiştinê. Eren got ew di her bûyerê de dibin şahid ku daraz di lêpirsîn û dozê de bi awayek objektîf û serbixwe nêz nabe.     ‘PÊDIVÎ BI GUHERTINÊ HEYE’    Eren destnîşan kir ku yek ji pirsgirêkên herî mezin ên li Tirkiyê pirsgirêka kurd e û got: “Mesele û astengiya herî mezin a li pêşiya demnokrasiyê ew e ku pirsgirêka kurd nayê çareserkirin. Pêdiviya welat bi pêvajoyek nû û rewşek xweş heye. Pêwîstî bi guhertina rewşa heyî ya Tirkiyê heye. Divê îqtidar guh bide rêxistinên civakî yên sivîl. Mixabin ev zemîn jî li holê nemaye.”    MA / Gokhan Altay - Ozgur Paksoy