Meclisa Malbatên Şehîdên Efrînê: Divê cihê cenazeyan bê tespîtkirin 2021-07-28 12:35:06   NAVENDA NÛÇEYAN - Hevserokê Meclisa Malbatên Şehîdên Efrînê Fewzî Mistefa, ji bo hînkirina aqûbeta cenazeyên ku Tirkiyeyê wan ji Goristana Avesteyê derxist bang li saziyên navneteweyî kir.    Di 20'ê çileya 2018'an de Tirkiye li dijî Efrînê êrişeke dagirkeriyê da destpêkirin û di meha adarê ya heman salê de Efrînê dagir kir. Di pêvajoya vê êrişê de gelek sivîl û YPG-YPJ'î ji aliyê Tirkiyeyê û komên mîlîtarîst ên girêdayî ve hatin qetilkirin. Weke ku ev ne bes be, Tirkiyeyê beriya hefteyekê cenazeyê kesên sivîl û YPG-YPJ'iyên ku di vî şerî de jiyana xwe ji dest dabûn û li Goristana Avesteyê hatibûn veşartin, derxist û goristanê weke goreke komî nîşan da. Aqûbeta cenazeyên ku ji vê goristanê hatin derxistin ne diyar û naye zanîn ku Tirkiyeyê wan bi ku ve biriye.       Hevserokê Meclisa Malbatên Şehîdên Efrînê Fewzî Mistefa, ji bo hînkirina aqûbeta van cenazeyên ku ji goristanê hatine derxistin bê hînkirin û bê tespîtkirin ku wan bi ku ve birin bang kir. Mistefa, ji bo hînkirina aqûbeta cenazeyan xwest ku saziyên navneteweyî li Efrînê lêkolînan bikin û ev bang kir: "Weke Meclisa Malbatên Şehîdên Efrînê, banga me li rêxistinên hiqûqê yên navneteweyî; komîteyên ku peywirdar bikin bişînin Efrînê û cihên şehîdên me tespît bikin û daxuyaniyeke qanihker bidin raya giştî. Hin şahid, dibêjin ku cenazeyên şehîdên me li Goristana Ziyareta Henanê ya li navçeya Şerayê hatine veşartin. Em bêrêziya Dewleta Tirk a li hemberî cenazeyên xwe dizanin. Beriya niha Şehîdgeha Şehîd Refîq a li gundê Metîna ya Şerayê kirin bargeha leşkerî û Şehîdgeha Şehîd Avesta Xabûr ya li navenda Efrînê jî veguherandibûn bazara sewalan. Şehîdgeha Şehît Seydo ya li Çiyayê Qaziqlî jî texrîd kiribûn. Ji ber vê sedemê em dixwazin ku şehîdên me bi ku ve birine. Di vê mijarê de divê Neteweyên Yekbûyî bikeve nav tevgerê".