Piştî teqîna li Geverê gelek kes hatin binçavkirin 2021-07-28 13:23:23 COLEMÊRG- Li Gevegerê, piştî teqîna bi wesayîta eskerî ve hat teqandin, eskeran bi ser malan de girtin û 2 şivan jî di nav de, gelek kes binçav kirin.   Di 27’ê Tîrmehê de, navçeya Gever a Colemêrgê, di dema derbasbûna wesayîta eskerî de teqînê rû da. Teqîn li nêzî gundê Yêkmala Jêrî ya di navbera Gever û Şemzînanê de pêk hat. Di teqînê de 11 jê giran 19 esker birîndar bibûn. Piştî teqînê, derdorên gundan, hemû rêyên çûyîn û hatinê yên di navbera Gever û Şemzînanê de, heya 8 saetan hat girtin û dorpêç kirin.   BINÇAV KIRIN   Eslerên li herêma teqînê lêkolîn kirin, di saetên şevê de, nêzî 10 gundiyan û 2 şivanên li gundên Pagê û Yêkmala Jêrî dijiyan binçav kirin. Gundî duh bi şev hatin berdan. Lê şevan Levent Er û Harûn Geçîrgen hîna dibin çavan de ne. Hat diyarkirin ku şivan dibin çavan de îşkence li wan hatiye  kirin. Di heman demê de Miduriyeta Polîsan a Geverê, derbarê bûyerê de, bang li Azad Geçîrgen û 2 kesekên navên wan nehatin zanîn, kirin ku biçin qereqolê û îfade bidin.    DAXUYANÎ TUNEYE    Ji bo şivanên dibin çavan de û 3 kesên çûn Miduriyeta Polîsan îfa de bibin, biryara sînordarkirina parêzeran hatiye dayîn. Li aliyê din Walîtiya Colemêrgê û TSK’ê, heya îro jî derbarê teqînê de tu daxuyaniyek fermî nedan e.