Li Amedê seferberiya 'Em derzî bibin û şewbê derbas bikin' 2021-07-28 15:00:17   AMED - Koordînasyona Pandemiyê ya Rêxitinên Sivîl a Amedê, destnîşan kir ku piraniya kesên ku li nexweşxaneyê tedawiya vîrûsa koronayê dibînin xwe derzî nekirine û ev bang kir: "Em derzî bibin û şewbê bi hev re derbas bikin."   Koordînasyona Pandemiyê ya Rêxitinên Sivîl a Amedê (STPK) ku gelek rêxistinên sivîl, komele û sazî têde cih digirin, têkildarî pêvajoya vîrûsa koronayê ya li bajar daxuyanî da. Daxuyanî li Odeya Pişesazî û Bazirganiyê ya Amedê hat dayîn û nûnerên Sendîkaya Kedkarên Xizmeta Civakî û Tenduristiyê (SES), Baroya Amedê, Şaxa Komeleya Mafê Mirovan (ÎHD) a Amedê, Yekitiya Odeyên Avahîsaz û Endezyarên Tirk (TMMOB) a Amedê û Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) jî di nav de gelek kes tevlî daxuyaniyê bûn. Di daxuyaniyê de pankarta "Derzîkirin berpirsyariya me ya civakî ye" hat vekirin.    BANGA DERZIYÊ   Daxuyaniya ku bi ser navê "Em derzî bibin û bi hev re şewbê derbas bikin" hatibû amadekirin ji aliyê Seroka Odeya Bijîjan a Amedê Elîf Tûran ve hat xwendin. Elîf Tûran, diyar kir ku daxuyaniyên ne li gorî zanîstê ku civakî sewqî fikaran dikin bi awayekî neyînî bandor li têkoşîna li dijî vîrûsa koronayê dikin û wiha got: "Di rewşa ku varyantên bi fikar hene de kêmbûna rêjeya derzîbûnê destpêkê kedkarên tenduristiyê tenduristiya civakê dike talûkeyê. Ji bo kontrolkirina şewbê derzîkirin girîng e. Divê bê zanîn ku heke derzî nebe wê şewb bi salan bidome û bibe sedem ku bi milyonan kes bimirin. Heta kontrolkirina nexweşiyê varyantên nû dertên holê û ev jî bi derziyê dikarin ji holê bên astengkirin."   KESÊN DERZÎNEKIRI DIMIRIN!   Di berdewamê de Tûran, destnîşan kir ku derziyên ku tên bikaranîn ewle ne û axaftina xwe wiha domand: "Li welatên ku rêjeya derzîbûnê li wan zêde ye nexweşî sivik derbas dibe. Beriya derzîkirinê li Tirkiyeyê nêzî 400 kedkarên tenduristiyê jiyana xwe ji dest dane. Piştî derzîbûnê ev pêvajoya dramatîk hatiye şikandin û di mirinan de kêmbûn çêbûye. Li bajarên kesên ku li nexweşxaneyan razandîne piraniya wan derzî nebûne. Hê jî piraniya kesên ku dimirin ên derzî nebûne."   KAMPANYA   Tûran, bi lêv kir ku li gorî bajarên din rêjeya derzîbûnê li Amedê kêm e û got ku ji bo derzîbûnê pêwistî bi kampanyayê heye û ev tişt anîn ziman: "Newekheviyên herêmî yên di qada tenduristiyê de xwe di derzîbûnê de jî xwe dane der. Bajarên herêmê di rêza 10'emîn a derzîbûnê de cih digirin. Li dijî vê di zêdebûna pêketiyên vîrûsa koronayê de jî bajarên serekê li herêmê ne."   Hevserokê SES'a Amedê Şiyar Guldîken jî bal kişand ser zêdebûna pêketiyên vîrûsa koronayê yên li herêmê û ev bang kir: "Her roj herî kêm 5 kes ji ber nexweşiyê dimirin. Em li vir banga xwe dubare dikin; derzî me diparêze, Lewre ji bilî derziyê çareyeke me ya din nîne."   Daxuyanî, bi pirsên rojnamegeran bi dawî bû.