Li Manavgatê şewat gihîşt navenda navçeyê 2021-07-28 16:41:51   ANTALYA - Li navçeya Manavgatê li çar deverên cuda şewata daristanê derket. Şewat gihîşt navenda navçeyê.    Li navçeya Manavgatê ya Antalyayê şewata daristanê derket. Şewat li çar deverên cuda yên navçeyê derket. Sedema derketina şewatê nayê zanîn. Di demek kin de şewat belav bû û gihîşt navenda navçeyê. Agir ewilî bi daristana gundê Yenîkoyê ket. Pişt re şewat li herêmê belav bû û bi bandora bayê re li derûdorê belav bû. Şewat gihîştiye dar û berên derdorê şewitîn û ji ber metirsiya şewatê gundên Yenîkoyê, Evrensekî û Kalemler hatin valakirin.    Li herêmê dûman belav bûye û tîmên agirkujiyê ji bejahiyê û hewayî ve mudaxileyî şewatê dikin.    Ji ber ku xetereya şewatê nexweşên li Nexweşxaneya Dewletê ya Manavgatê jî hatin derxistin û sewqî cihên din hatin kirin.