Bakırhan: HDP gel e, serî natewîne 2021-07-28 21:05:01     EDENE - Cîgirê Hevserokatiya Giştî ya HDP'ê Tûncer Bakirhan ku di çarçoveya kampanyaya "Em HDP'î ne, li her derî ne" de li Osmaniyeyê axivî got: "HDP, gel e, serî natewîne. Em ê nehêlin partiya me bê girtin."    Cîgirê Hevserokatiya Giştî ya HDP'ê Tûncer Bakirhan û Serokwekîla Koma HDP'ê Meral Daniş Beştaş, di çarçoveya kampanyaya "Em HDP'î ne, li her derî ne" çûn Osmaniyeyê. Bakirhan û Beştaş, di çarçoveya kampanyayê de li avahiya HDP'ê ya navçeya navendî ya Osmaniyeyê hevdîtin bi gel re kirin. Parlementerên HDP'ê Tulay Hatîmogûllari, Fatma Kûrtûlan û Kemal Pekoz û endamên MYK û PM'ê yên HDP'ê û gelek kes tevli hevdîtinê bûn. Partiyî bi çepik û dirûşmeyan heyetê pêşwazî kir. Hevdîtin bi rêzgirtinê dest pê kir. Ewilî Hevseroka HDP'a Osmaniyeyê Alî Coşkûn axivî.    'HÛN MECBÛR IN VÎ GELÎ NAS BIKIN'    Serokwekîla Koma HDP'ê Meral Daniş Beştaş, diyar kir ku kurdên li Osmaniyey bi êrîşine mezin re rû bi rû mane û Osmaniye çi qas bajarê gelên din be, ew qasî jî bajarê kurdan e jî. Beştaş, bal kişand ser kampanyaya "Em HDP'î ne, li her derî ne" û anî ziman ku partiya wan li her derî têdikoşe. Beştaş kuştina Denîz Poyrazê bibîr xist û bilêv kir ku dewlet kujeran ceza nake. Beştaş, ji bo çalakiyên grevên birçîbûnê yên li girtîgehan li dijî tecrîda li Îmraliyê ji 27'ê Mijdara 2020'an ve didomin jî bilêv kir ku daxwazên girtiyan daxwazine mafdar in û xwest bên qebûlkirin. Beştaş bertek nîşanî polîsan da ku qada hevdîtina bi gel re girtin û diyar kir ku midûriyeta polîsan a Osmaniyeyê bi kêfî û cihêkarî nêzî HDP'iyan dibe û got: "Hûn mecbûr in vî gelî nas bikin. Ev cihêkarî nîşan dide ku li Tirkiyeyê demokrasî nemaye."    Beştaş, diyar kir ku HDP ji bo cihêkarî bi dawî bibe têdikoşe û li vî welatî yên cihêkariyê dikin AKP û MHP ne û got: "Em HDP'î ne, li her derî ne. Em ê li her derî bin."    BAKIRHAN: DÊ GELÊ KURD NEYÊ TEPISANDIN    Cîgirê Hevserokatiya Giştî ya HDP'ê Tûncer Bakirhan jî bertel nîşanî pêkanînên polîsan dan û anî ziman ku gelê kurd ne bi cezayan ne jî bi pêkanînên antîdemokratîk nayê tepisandin.    'EM Ê NEHÊLIN PARTIYA ME BÊ GIRTIN'    Bakirhan doza derbarê girtina HDP'ê de jî bibîr xist û got: "HDP gel e, HDP serî antewîne. Em tenê ne dîwarê partiyekê ne. Dibe ku navê partiyê biguhere, lê gel li vir e. Em ê nehêlin partiya me bê girtin. Em ê xwedî li partiya xwe derkevin."    Bakirhan, destnîşan kir ku gelê kurd doza mafên xwe yên sereke dike û got: "Ew dirizin, em bilind dibin. Em ê bi ser bikevin."    Piştî axaftinan çalakiya heyetê ya îro bi dawî bû. Heyet dê sibê biçe Hatayê.