Li Amedê hejmara pêketiyan ji sedî bû hezar 2021-07-29 09:07:16 AMED - Hevserokê SES'ê yê Şaxa Amedê Şiyar Guldîken, anî ziman ku hejmara pêketiyan êdî gihîştiye hezaran û got: "Sedema sereke, kêmbûna rêjeya derziyê ye. Heger em derzî bibin, em ê ji sedî 90 karibin bên parastin."  Li Amedê hejmara pêketiyên Covîd-19'ê zêde dibin. Hevserokê Sendîkaya Kedkarên Xizmeta Tenduristî û Civakî (SES) ya Şaxa Amedê Şiyar Guldîken, rewşa bajêr a di warê şewbê de nirxand.   Guldîken, bi lêv kir ku berî tevdîr bi temamî bên rakirin hejmara nexweşên li nexweşxaneyan 90-100 bûyeî lê belê niha li dor 250 ye. Guldîken, da zanîn ku hejmara kesên li beşên awarte jî ji 25'an bûye 50 û rojê di ser hezarî kes bi şewbê dikevin.    SEDEMA ZÊDEBÛNÊ   Guldîken, destnîşan kir ku bi taybetî li bajarên herêmê hejmara pêketiyan pir zêde bûye û sedema sereke ya zêdebûna hejmara pêketiyên li Amed, Sêrt, Riha û Êlihê kêmbûna rêjeya derziyê ye. Guldîken got: "Li Amedê rêjeya doza ewil ji sedî 40, rêjeya doza dudoyan ne ji sedî 20 jî. Gava em hemûyan bidin ser hev, li Amedê 700 hezar kes hatine derzîkirin. Lê nifûsa bajêr milyon û 200 hezar e. Ev mirov herî kêm divê dozeke derziyê li xwe bixin."    GIRÎNGIYA DERZIYÊ   Guldîken, destnîşan kir ku derzî mirovan diparêze li hemberî şewbê û dibe ku yên derzî bibin bi şewbê bikevin, lê dê şewba wan sivik be. Guldîken got: "Ji ber varyanta Deltayê zû belav dibe. Ev yek bandorê bêtir li ên derzî nebûne dike. Niha ji sedî 85-90'ê kesên li nexweşxaneyên Amedê radizên ên varyanta Deltayê ne."    Guldîken got: "Heger em derzî bibin, dê ji sedî 90 me biparêze. Helbet ji sedî sed pêşî li ber mirinê nagire. Lê xetereya entubeyê kêm dike."    PÊŞNIYAR   Guldîken, destnîşan kir ku divê kes bikaranîna maskeyan paşguh neke û got: "Heger li cihên girtî, nexasim di mesafeyeke metre û nîvê de maske neyên bikaranîn, dê pir zû belav bibe. Divê em pir neçin cihê qelebalix. Heger ji mecbûrî be jî divê mirov maskeyan bi kar bîne. Dema em vegeriyan malê, divê dest baş bên şûştin. A ku pêşî li ber sorikan, AIDS, şewba çûkan û berazan girt derzî bû. derzî, ne rêbazeke tedawiyê ye, lê mirovan diparêze. Divê esas bê girtin."    MA / Eylem Akdag