Siyasetmedar Mahmûd: Dê yekîtiya neteweyî pêşî li ber dagirkeriyê bigire 2021-07-29 09:07:17 NAVENDA NÛÇEYAN - Siyasetmedar Salar Mahmûd, diyar kir ku li Kurdistana Federe "xetereya dagirkirinê" heye û got: "Heger kurd bibin yek, bibin xwedî stratejiyek hevpar û yekîtiya xwe ya neteweyî çêbikin, dê pêşî li ber vê dagirkirinê bê girtin."  Operasyona Tirkiyeyê ya li herêmên Metîna, Zap û Avaşînê yên Herêma Kurdistana Federe ji 23'yê Nîsanê ve didome. Tirkiye gava dît nikare pêş de biçe, hêzên taybet ên girêdayî PDK'ê xistin dewrê û ev yek bû cihê xetereya şer di navbera kurdan de. Siyasetmedar Salar Mahmûd ku li Herêma Kurdistana Federe dijî, êrîşên li ser herêmê û xetereya şerê di navbera kurdan de nirxand.    DIYALOG DI NAVBERA KURDAN DE    Mahmûd, destnîşan kir ku divê di navbera kurdan de têkiliyeke daîmî hebe û gava kurd bibin yek, dê ev yekîtî bibe cihê destkeftiyên mezin. Mahmûd, anî ziman ku mafê statuyê yê kurdan heye û divê Tirkiye, Îran û Sûriye rêzê nîşanî serweriya Kurdistana Federe bidin û daxilî nav kar û barên wê yên navxweyî nebin û wiha got: "Lewre Kurdistana Federe di warê qanûna bingehîn de xwedî statuyek fermî ye. Axa wê, alaya wê, rêvebiriya wê û serweriya wê heye. Hemû dewlet divê rêzê nîşanî vê bidin, daxilî nav kar û barên wê yên navxweyî nebin û dev ji hewldanên xwe yên nakokiyan di navbera partiyan de çêdikin berdin."    YEKÎTÎ   Mahmûd, bi lêv kir ku Tirkiye bi operasyona derveyî sînor hiqûqa navneteweyî eciqandiye û bi vê re hewil dide kurdan bera hev du bide. Mahmûd, destnîşan kir ku dê ev planên Tirkiyeyê bi stratejiyeke hevpar û têkoşîneke hevpar bên pûçkirin.   Mahmûd, anî ziman ku pirsgirêkên di navbera gelan de bi bombebaranan nayên çareserkirin.    FIKARA 'DAGIRKERIYÊ'    Mahmûd, destnîşan kir ku ji bo rageşiya li Herêma Kurdistana Federe veneguhere şerekî divê partiyên kurd berjewendiyên gelê kurd esas bigirin û got: "Li Kurdistana Federe xetereya dagirkeriyê heye. Startejiyeke hevpar divê da ev fikarên dagirkeriyê bi dawî bibin. eger kurd bibin yek, bibin xwedî stratejiyek hevPar û yekîtiya xwe ya neteweyî çêbikin, dê pêşî li ber vê dagirkirinê bê girtin. Lê heger em belawela bin û em ê têk biçin. Bes em bibin yek, em ê bi ser bikevin."    Mahmûd, di dawiya axaftina xwe de anî ziman ku heger li Kurdistana Federe îstikrarek çêbibe, dê Tirkiye jî bibe welatekî îstikrar û got: "Aştî, rêya çareseriyê ya herî baş e. Bi komkujî û birakujiyê serketin ne pêkan e. Serwerî û wêrekî ne kuştin e."    MA / Îdrîs Sayilgan