Aydenîz: Navnîşana çareserkirina pisgirêka kurd Girava Îmraliyê ye 2021-07-29 16:45:54   BEDLÎS - Hevseroka Giştî ya DBP'ê Salîha Aydenîz, di hevdîtina gel a Bedlîsê de îşaret bi rola Rêberê PKK'ê Abdûllah Ocalan kir û ev tişt got: "Muxatabê tekane yê çareserkirina demokratîk a pirsgirêka kurd Birêz Ocalan e. Kesên ku dixwazin vê pirsgirêkê çareser bikin navnîşan Girava Îmraliyê ye."   Hevserokê Giştî yê HDP'ê Mîthat Sancar û Hevseroksa Giştî ya DBP'ê Salîha Aydenîz, di çarçoveya bernameya "Em HDP ne li her derê ne" de hevdîtinên xwe yên bi gel re yên li Bedlîsê didomînin. Sancar û Aydenîz, li bajar tevlî civîna gel bûn. Bi sedan kes tevlî hevdîtina ku li Qada Mizgefta Mezin pêk hat bûn. Di hevdîtinê de pankarta "Tecrîd sûcê mirovahiyê ye, girtiyên siyasî rûmeta me ne" hat vekirin.    'SED SAL E ZILM LI KURDAN TÊ KIRIN'   Di hevdîtinê de destpêkê Hevseroka DBP'ê Aydenîz axivî. Aydenîz, di destpêka axaftina xwe de destnîşan kir ku sed sal in zilm li kurdan tê kirin û di komkujiyan re tê derbaskirin û wiha got: Di 6 sal in dawîn de desthilata AKP-MHP'ê jî tu tişt nema ku anîn serê kurdan. Lê rexmî vê jî we kurdan neqedand. Hûn nikarin meşa gelê kurd rawestînin. Ji niha şûn ve jî hûn nikarin kurdan rawestînin. Desthilata AKP-MHP'ê hebûna xwe bi neyartiya kurdan, komkujiyên jinan, qeyûm û tecrîdê didomînin. Weke heta niha em ê ji niha şûn ve jî têkoşîna xwe ya li dijî tecrîd qeyûman bidomînin."   ‘GELÊN TIRKIYEYÊ BÊHN GIRT'   Di berdewamê de Aydenîz, bal kişand ser tecrîda ku li dijî Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan tê meşandin û têkildarî mijarê ev nirxandin kir: "Tecrîda ku li Îmraliyê dest pê li tevahiya welat belav bûye û ciwan, jin û gel di bin tecrîdê de ne. Heta azadiya Ocalan em ê têkoşîna xwe bidomînin. Dema ku Birêz Ocalan diaxive gelên Tirkiyeyê bêhn digirin. Me vê di navbera salên 2013-015'an de dît. Divê demildest deriyên Îmraliyê vebibin û Ocalan bigihîje azadiya xwe. Muxatabê tekane yê çareserkirina demokratîk a pirsgirêka kurd Birêz Ocalan e. Kesên ku dixwazin vê pirsgirêkê çareser bikin navnîşan Girava Îmraliyê ye. Divê gelê kurd yekitiya xwe pêk bîne û li gorî berjewendiyên neteweyî tevbigere."