Li Erzînê mîtîng: Tecrîdê rakin 2021-07-29 22:13:08   HATAY - Serokwekîla Koma HDP'ê Meral Daniş Beştaş ku di îtînga Erînê de axivî got: "Tecrîdê rakirin. Hûn ê nikaribin baweriya gelê kurd a ji bo vê têkoşînê bişikînin."    Cîgirê Serokatiya Giştî ya Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Tûncer Bakirhan û Serokwekîla Koma HDP'ê Meral Daniş Beştaş di çarçoveya kampanyaya "Em HDP'î ne, li her derî ne" de li Çûkûrovayê bernameyeke 3 rojî çêkiribûn. Bername îro li navçeya Erzîn a Hatayê bi mîtîngekê bi dawî bû. Li qadê wêneyê Denîz Poyrazê û pankarta li ser "Tecrîd sûc e li hemberî mirovahiyê. Ji tecrîdê re na, bijî berxwedana zindanan" nivîsandî hat daliqandin û bi alayên HDP'ê hat xemilandin. Mîtîng bi rêzgirtinê dest pê kir. Ji xeynî Bakirhan û Beştaşê, parlementerên HDP'ê Fatma Kûrtûlan û Kemal Pekoz, endamên MYK û PM'ê yên HDP'ê, SYKP û bi sedan kes tevli mîtîngê bûn.    'EM MAFDAR IN, EM Ê BI SER BIKEVIN'    Ewilî Hevserokê HDP'a Hatayê Kerem Nalbant axivî. Nalbant, destnîşan kir ku coşa gel bersiv daye îqtidarê. Cîgirê Hevserokatiya Giştî ya HDP'ê Tûncer Bakirhan jî got: "HDP ne dîwarek e ku bê girtin. Hûn nikarin partiya me bigirin. Em bihêvî ne, em ê bi ser bikevin. Heya hûn hebin, dê nikaribin vê partiyê bigirin. Heya hûn hebin, ev partî bê girtin jî em ê di têkoşîna aştî, wekhevî û edaletê de bi hev re bin. Em li ser rêya heqîqetê ne. Em li ser rêya heqiyê ne. Em mafdar in û em ê bi ser biekvin."    Herî dawî Serokwekîla Koma HDP'ê Meral Daniş Beştaş axivî. Beştaş got: "Em ji bo civînê hatibûn vira, lê coşa we veguherî mîtîngê."    'TECRÎDÊ RAKIN'    Beştaş, destnîşan kir ku dê îqtidar nikaribe wan asîmle bike û gel bi vê têkoînê xwedî li mafên xwe, nasnameya xwe, ziman û çanda xwe derdikeve. Beştaş, bal kişand ser çalakiyên greva birçîbûnê yên li dijî tecrîd jî û diyar kir ku girtî 245 roj in di grevê de ne û dixwazin dengê Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan bibihîsin. Beşatş got: "Di dema pêvajoya çareseriyê de gel xwedî li Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan derket û li cem wî cih girt. Ên pêvajoya çareseriyê qedandin, ew kes in ku li Girava Îmraliyê tecrîda girankirî dikin. Gelê kurd tim li pişta Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan bûye û ji bo rakirina tecrîdê hem li welêt hem jî li derveyî welêt dengê xwe bilind kiriye. Em niha careke din ji Erzînê bang dikin; tecrîdê rakin, hûn nikarin baweriya gelê kurd a ji bo vê têkoşînê bişikînin."    Piştî axaftinan merasîma vekirina avahiya Rêxistina HDP'ê ya Erzînê hat lidarxistin. Bernameya heyetê ya 3 rojan a li Çûkûrovayê bi dawî bû.