'Berî ku cenazeyê wî derkeve bila hin gav bên avêtin' 2021-07-30 09:06:07 ANTALYA - Girtiyê nexweş Devrîm Ayik (30) ku di Girtîgeha Eskîşehîrê de ye êdî nikare bimeşe. Dayika wî Hulya Ayik, xwest berî ku cenazeyên kurê wê û girtiyên nexweş ên din ji girtîgehê derkevin gavin bên avêtin.  Li Girtîgeha Eskîşehîr a Tîpa H'yê rewşa girtiyê nexweş Devrîm Ayik (30) giran dibe. Nexweşîna 'crohn'ê li Aik peyda bûye û ji ber vê du caran emeliyat bûye. Ji roviyên wî perçeyên 40 cm û 60 cam hatine jêkirin. Lewma divê tedawiya wî bi rêk û pêk bê kirin.    Ayik, di Cotmeha 2015'an de bi hinceta "endamtiya rêxistinê" hatiye girtin. Piştî 3 salan hatiye berdan û di 12'ê Çileyê de cardin ji ber heman dosyeyê hatiye girtin.    Ayik, telefonî malbata xwe kir û ragihand ku tenduristiya wî qet nebaş e.    Ayik, diyar kiriye ku ji bo biçe nexweşxaneyê bi mehan tê sekinandin û çûn û hatina nexweşxaneyê jî wekî îşkenceyê yye. Ayik, bilêv kir ku gava wî ji nexweşxaneyê tînin, wî li qawîşeke birutûbet dixin karantînayê. Ayik bang li raya giştî kir: "Ji ber nexweşîna xwe nikarim he rxwarinê bixwim. Divê bernameya taybet a diyetê hebe, lê îdareya girtîgehê xwarina ku dide girtiyên rihet, dide min jî. Ji ber ku nikarim bixwim, mehek tenê tiştên taştê dixwim. Êdî ji taqet ketime. Nexweşîna min cardin giran bûye. Divê komîsyonên serbixwe şert û mercên girtîgehê vekolin."    DAYIK: KURÊ MIN LI BER MIRINÊ YE    Dayik Hulya Ayik (48), anî ziman ku rapora ji sedî 76 a berastengiyê ya kurê wê heye û ji ber nexweşîna roviyan divê 14 rojan carekê derziyan li xwe bixe û bi awayekî rêk û pêk bê tedawîkirin û bernameya diyetê pêk bê. Dayik Ayik, diyar kir ku lê li girtîgehê ev tişt nayên kirin û ji ber vê her diçe rewşa kurê wê giran dibe û kurê wê li ber mirinê ye.    Ayik got: "Demildest divê ji bo girtiyên nexweş gavin bên avêtin û bên berdan. Êdî bes e. Ma dê ev mirov heya kengî êşê bikişînin? Dê heya kengî bên îşkencekirin? Îşkence tenê ne bi feleqeyan e, ruh û laş îşkencê dikişîne."    ‘BERÎ CENAZE DERKEVIN DIVÊ GAVIN BÊN AVÊTIN'    Dayik Ayik, bang li Wezareta Dadê û Wezareta Tenduristiyê kir û got: "Em naxwazin cenaze ji girtîgehan derkevin. Divê hûn ji me re bipetitînin ku edalet û mirovahî heye. Berî ku cenazeyên girtiyên nexweş derkevin, divê gavin bên avêtin."    28 SAL IN GIRTIYE    Girtiyyê nexweş Naîl Demîr (56) jî di Gitîgeha Afyon a Tîpa T'yê de ye û 28 sal in girtiye.    Halîme Demîr (56) anî ziman ku gelek nexweşîn li Naîl Demîr peyda bûne û xwest girtiyên nexweş hemû bên berdan. Demîr got: "Êdî bes e. Ma dê heya kengî wiha be. Diz û çete berdan. Bila girtiyên siyasî jî berdin."