Binarê Qendîlê û Zînî Wertê hatin bombebarankirin 2021-07-30 09:22:41   NAVENDA NÛÇEYAN - Balafirên şer ên Tirkiyê devera Zînî Wertê, derdora Qeladizê, Kortek û Enzê bombebaran kirin.   Li gorî çavkaniyên herêmî ji Rojnewsê re ragihandine, balafirên şer ên Tirkiyê, îşev bi dijwarî derdora bajaroka Qeladizê, gundê Enzê, Kortek, Zînî Wertê bombebaran kirine.   Nehate zanîn çi zirar û ziyaneke giyanî û madî çêbûye an na.    29’ê tîrmehê di saetên nîvro de jî balafirên şer gundên Binarê Qendîlê û Wertê bombebaran kiribûn.