Li Baglûmê malên Kurdan tên hilweşandin 2021-07-30 11:43:02 ENQERE - Malbatên Kurd ên ku mal û zeviyên wan bi hinceta Aştiya Jinûve Avakirinê tuneye tên hilweşandin, diyar kirin ku li dijî wan polîtîkayek taybet tê birêve birin.    Mal û çewligên Kurdên li Kopru Mevkîî ya Baglûm a girêdayî Keçîorenê dijîn, bi hinceta Aştiya Jinûve Avakirinê tuneye tên hilweşandin. Ji ber Aştiya Jinûve Avakirinê, bi qasî 150 malbatan ji malên wan tên derxistin. Malbatên ku xaniyên wan hatin hilweşandin û dê bên hilweşandin, diyar kirin ku ji ber ku Kurdin rastî van pêkanîn û muameleyên xirab tên.   Welatiyên berî 20 salan ji navçeya Dêrikê ya Mêrdînê koç kirin, li vê derê karê sewalkariyê dikin. Welatî, berî ku li Baglûmê bi cih bibin, hemû hebûnên xwe yên li bajarên xwe difiroşin û li cihê ku niha lê dimînin razemenî kirin. Welatiyan, anîn ziman ku debara jiyana wan ji destê wan hatiye girtin. Heya niha 8 xanî û çewlig hatin hilweşandin. Kesên xaniyên wan hatin hilweşandin, diçin gel xizmên xwe yên li heman deverê dijîn û hewl didin tiştên xwe li qadên servekirî biparêzin.   ‘HÛN BIÇÎN KU DERÊ BIÇINÊ’   Mûstafa Ekîncî yê ji Mêrdînê ku 21 salin li Baglûmê dijî, diyar kir ku berî 3 salan rayedarên şaredariyê ji bo Aştiya Jinûve Avakirinê li wan geriyane û ji bo vê avakirinê 40 hezar TL ji wan daxwaz kirine. Ekîncî, da zanîn ku hêza tu malbatê tuneye ku 40 hezar TL pere bidin û wiha bertek nîşan da: “Kesên hatin xaniyên me xirab bikin, me ji wan re got, ‘Em xizanin, me bajarên xwe terk kirin û evqas rê em hatine. Emê perîşan bibin.’ Lê qet rewşa me li ber çavan negirtin û dest bi hilweşandinê kirin. Di serde jî ji me re gotin, ‘hûn bi ku de diçin, derkeve herin.' Tu cihekê din jî nîşanî me nakin. Tapûyên me hemûyan hene. Ev der mal û milkên me ne.”    ‘KURDAN NAXWAZIN’   Ekîncî, dest nîşan kir ku ew bi zarokên xwe re li holê mane û wiha got: “Em nizanîn emê çibikin. 8 xanî û çewlig xirab kirin. Her 8 malbat jî Kurd bûn. Kurdan li vê derê naxwazin. Bi yek ji me dest pê dikin, em hemûyan dixwazin gav bi gav bişînin. Ez vê rewşê qebûl nakim. Ger ferman hebe, wê demê bila bê cudakarî pêk bînin. Gelo çima tenê Kurdan derdixin? Mala me xirab kirin. Ez bi saetan giriyam. Zora min çû. Pir bi êş bû.”   ‘GEFÊ LI ME DIXWIN’   Adîl Ece yê 21 salin li vê derê dijî jî, diyar kir ku ew bi karê sewalkariyê debara malbata xwe dike û wiha hirsa xwe anî ziman: “Ji ber bêderfetiyên madî me nekarî em Aştiya Jinûve Avakirinê qebûl bikin. Ev salek û nîve ji me re dibêjin, ‘Ger hûn ji vêderê dernekevin, emê bişewitînin û hilweşînin.’ Bi gotinên wiha gefê li me dixwin. Tişta ku dibêjin jî dikin.”   ‘DERKEVIN ÇIYÊ’   Ece, anî ziman ku li dijî Kurdan polîtîkayên taybet didin meşandin û wiha bi dawî kir: “Di 28’ê Tîrmehê de, Emîne Erdogan hat serdana Sitargeha Heywanan a Keçîorenê. Çend hevalên me yên jin daxwaz ji Emîne Erdogan kirin û mexduriyeta me anîn ziman. Lê Erdogan bersiva ‘derkevin çiyê’ da jinan. Mîna ku ev peyv ji devê mafyayê ji me re hat gotin bû. Ew hatin, mala me xera kirin û çûn. Ji ber ku ev der bi fermî cîhekê Kurd lê dijîn e, wiha kirin. Par, şêniyên Baglûmê li vir xaniyek ava kirin, ew xanî hîna dimîne. Gelo çima xaniyê min tê xirabkirin û yên wan wisan dihêlin? Helbet sedemekê vê heye. Malên Tirkan dihêlin, malên Kurdan xirab dikin.”   MA / Berna Kîşîn