Mexdûrên lehiya Elbakê: Çima vê cihêkariyê dikin? 2021-07-30 12:10:04   WAN - Xelkê li gundên Elbakê ku piştî lehiyê bi tenê hatin hiştin wiha gotin “Ev karesatek e. 24 saet in kesî li halê me nepirsiye. Çima cihêkariyê dikin?”    Li navçeyên Elbak, Qelgelî, Payîzava û Serayê yên Wanê di 28’ê tîrmehê de ji ber barîna zêde ya baranê lehî rabûbû. Heta niha tê gotin ji hezarî zêdetir sewal di lehiyê de jiyana xwe ji dest dane û bi hezaran zeviyên çandiniyê xesar dîtine. Giyayên gundiyan bi lehiyê re çûn û gelek axûrên wan jî hilweşiyan. Li 13 gundên bi ser navçeya Elbakê ve xesarên mezin pêk hatin. Riyên diçin gundan xera bûn. Şêniyên gundên Heretûn, Çûx û Sêgir ên bi ser Elbakê ve xwestin xesarên wan demildest werin safîkirin.    KANA KEVIRAN BÛYE SEDEMA LEHIYÊ    Ferît Aytekîn ê ji gundê Çûxê diyar kir ku sedema lehiya radibe kana keviran e ku bi salan berê hatiye çêkirinê ye û got: “Kanek kevira ku bi salan e li gund hatiye kolandin heye. Ji ber kolandinê golek mezin çêbûye. Piştî barîna baranê dîwarê golê hilweşiya û lehiyê avêt ser gundê me. Min ji bo vê yekê gelek daxwazname dan, lê sê sal in kesî guh neda daxwaza me. Me got kana keviran çênekin, lê kesî guh neda me. Piştî kana keviran hat çêkirin jî tu tevdîr nehatin girtin. Me serî li qeymeqamiyê, walîtiyê û gelek saziyan da, lê belê ewlehiya can û malê me nehat girtin. Ez ê giliyê berpirsiyaran bikim. 110 mih û mala min çû. Derûniya zarokên min xera bû. 24 saet derbas bûn kesî li halê me nepirsiye. Ma qey em ne mirov in? Çima cihêkariyê dikin?”    ZEVIYÊN WAN TALAN BÛN    Haci Aytekîn ku li heman gundî dijî jî da zanîn ku lehiyê wan perîşan kiriye, ew nizanin wê çi bikin û got: “Ma qey em ne mirov in? Debara me li ser van zeviyan bû lê wan jî ji destê me girtin.”    Necat Saritaş ê ji gundê Çûxê jî anî ziman ku 70 sal in cara yekem e ew bi lehiyek wiha re rûbirÛ dimînin û bi zorê zar û zêçên xwe ji lehiyê rizgar kirine.    BI SEDAN MIH BI LEHIYÊ RE ÇÛN   Fîkret Saritaş ê ji gundê Heretûn jî berteka xwe li hember xemsariya saziyên dewletê anî ziman û got: “Kadîn û gova min hilweşiya. Nêzî 70 hezar lîre zirara min bûye. Di kadînê de kelûpelên înşatê hebûn, hemû bi lehiyê re çûn. Sala par qenalek çêkirin û berê avê dan ser gund. Ji ber vê yekê piştî her barîna baranê lehî radibe. Li gundê me tenê 500 mih mirin. Em dixwazin alîkariya me bikin.”    Rasîm Tor ê ji gundê Heretûn jî got: “Divê bi lezgînî li gundê me keşf were kirin û zirara xelkê were safîkirin. 50 hezar ton giyayê min bi lehiyê re çû. Sewalên gundiyan bi avê re çûn. Ev karesatek e û alîkariya me nehatiye kirin.”    ‘BIL BI LEZGÎNÎ XESARA ME WERE SAFÎKIRIN’    Necattîn Daş ê ji gundê Sêgirê jî wiha bertekên xwe anî ziman: “Em perîşan bûne. Tu tiştek me nemaye. Di saetekê de her tişt serûbin bû. Niha hemû eşyayên me li derve ne. Em dixwazin ku bi lezgînî xesara me were safîkirin.”   Feleknaz Daş jî got: “Berê jî lehî radibû, lê vê carê pir giran rabû. Me bi zorê zarok û canê xwe rizgar kir. Hemû amadekariyên me yên ji bo zivistanê bi lehiyê re çûn. Em dixwazin ku alîkariya me were kirin.”