Kesên li Geliyê Sefo hatibûn qetilkirin hatin bibîranîn 2021-07-30 12:18:19   WAN - 33 kesên li Geliyê Sefo hatibûn qetilkirin, li navçeya Sarayê hatin bibîranîn.   Rêxistina Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ya Wanê, 33 kesên bi fermana Fermandarê Artêşê yê 3’yemîn Orgeneral Musatfa Muglali, di 1943’an de, li Geliyê Sefo yê girêdayî navçeya Qelqelî ya Wanê bi hinceta “Sînor derbas kirin e” hatin qetilkirin, bi bîr anîn. Bîranîna 33 kesan li navçeya Saray a Wanê hat lidarxistin. Parlamentera HDP’ê ya Wanê Muazzez Orhan, Hevşaredarê Bajarê Mezin ê Wanê Mûstafa Avci yê qeyûm tayînî cihê wî hat kirin, Hevserokê HDP’ê y ê Wanê Fîkret Dogan, Hevserokê DBP’ê yê Bajêr Çetîn Ûyar û gelek partiyî beşdarî bîranînê bûn. HDP'iyan li ber qesra berê ya hikûmetê ku gundiyên hatin qetilkirin dibin çavan de, lêhatibûn girtin deqeyek rêz girtin û qerenfîl danîn ber.   HÎNA JÎ GOREK WAN TUNEYE   Wekîla HDP’ê ya Wanê Muazzez Orhan, diyar kir ku ev komkujî di dîroka komarê de ne komkujiyek yekemîne û wiha axivî: “Ji Koçgirî bigirin, heya Zîlan, Roboskî û jêrzemînên Cizîrê dîrokeke komkujiyê ya vî welatî heye. Bi ser van komkujiyan re gelek sal derbas bûn. Lê hîna jî gora 32 kesên di komkujiya Sefo de hatin qetilkirin, nayin zanînin. Sînorê ku gelên me ji hev dûr dixin, sînorê şermê niha jî bi dîwaran tên lêkirin. Ev bingekeftinek dîrokiye. Gelê Kurd xwediyê van axan e û yek ji gelên qedîm e. Hûnê nekarin vî gelî bi sînor û dîwaran ji hev cuda bikin.”   Piştî axaftinê, tabloya helbesta Ahmet Arîf a “33 gule” li ser hatibû nivîsandin, bi Rêxistina Navçeya Sarayê ve hat kirin.