Temellî: Muxatabê çareseriyê Birêz Ocalan e 2021-07-30 16:38:26   COLEMÊRG – Parlementerê HDP'ê Sezaî Temellî ku di çarçoveya kampanyaya "Em HDP'î ne, li her derî ne" de li Colemêrgê axivî got: "Tekane rêya xelasiyê ya ji vê rûxandinê bidawîbûna tecrîdê ye. Muxatabê çareseriyê jî Birêz Ocalan e."    Hevserokê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ê berê û Parlementerê HDP'ê yê Wanê Sezaî Temellî û heyeta pê re di çarçoveya kampanyaya "Em HDP'î ne, li her derî ne" de li Colemêrgê hevdîtin bi gel re kirin. Temellî û yên pê re, li texma Çîftlikê ya di navbera Colemêrg û Geverê de bi govendê hatin pêşwazîkirin. Piştî pêşwazîkirin partiî bi konvoyyeke bi dehan wesayît berê xwe dan navenda Colemêrgê.    KUÇEYÊN BAJÊR HATIN GIRTIN   Piştî konvoy bi rê ket, hemû rêyên navenda bajêr bi hinceta rê tên çêkirin ji çûn û hatinê re hatin girtin. Temellî û yên pê re li navenda bajêr ji aliyê bi sdan kesî ve bi çepikan hatin pêşwazîkirin. Di dema serdana esnafan de, HDP'î bi dirûşmeya "HDP glel e, gel li vir e" hatin berzkirin. Polîsan jî îxtar da welatiyan ku dirûşmeyan berz nekin.    Di dema nîqaşa bi polîsan re, polîsekî Parlementerê Colemêrgê Saît Dede dahf da û polîsekî ji Dede re got "Hadê lan, huş be lan." Ev kêlî bi kamerayan hatin tomarkirin.    ‘SILAV LI OCALAN'    Paşê heyet çû avahiya HDP'a Colemêrgê. Temellî li vir axivî û got: "Ê me, fikirek me heye. Bi vê fikirê re avakirina komareke demokatîk pêkan e. Ê ku ev fikir ava kiriye jî Birêz Ocalan e. Silav li Birêz Ocalan. Ev fikiriyateke pir girîng e. Ev fikir nîşan dide ku dê gelên Tirkiye û Rojhilata Navîn bibin xwedî pêşrojeke çawa. Ji bo ev fikir bê jibîrkirin li Îmraliyê tecrîd heye. 6 sal in li Îmraliyê pergaleke îşkenceyê heye. Heger hûn rabin vê fikirê nehesibînin, hûn vê fikirê tecrîd bikin û bi ser de jî HDP'ê bigirin, nexwe hûn ê ji vî welatî re nebêjin welat, ji lew re dê bibe dojeh."     ‘NAVNÎŞANA ÇARESERIYÊ ÎMRALÎ YE'    Temellî bal kişand ser gotinên Serokkomar û Serokê Giştî yê AKP'ê Tayyîp Erdogan ku li Amedê gotibû "Ê ku pêvajoya çareseriyê bi dawî kir ne em in" û got: "Erdogan dibêje, 'Ê ku pêvajoya çareseriyê xera kir HDP ye.' Halbûkî rêvebirê sereke yê wê pêvajoyê HDP ye. Îqtidarê bi planeke rûxanidnê re, welêt xera kir. Tekane rêyya xelasiyê ya ji vê rûxandinê bidawîbûna tecrîdê ye. Muxatabê çareseriyê jî Birêz Ocalan e."    Piştî axaftinan Temellî û yên pê re çûn serdana KESK, ÎHD a Şaxa Colemêrgê, Baroya Colemêrgê û Nûnertiya OHD a Colemêrgê kirin.