Cenazeyê Taş û Ûlûgana piştî 93 rojan radestî malbatên wan kirin 2021-07-31 08:51:46   AMED - Endamên YJA-Starê Aynûr Ûlûgana û Sûna Taş ku li navçeya Licê di êrişeke hewayî de jiyana xwe ji dest dabûn piştî 93 rojan radestî malbatên xwe hatin kirin.    Endamên YJA-Starê Aynûr Ûlûgana û Sûna Taş, di 29'ê nîsanê de li gundê Zengesor ê navçeya Licê ya Amedê di encama êrişeke hewayî de jiyana xwe ji dest dabûn. Cenazeyê Taş û Ûlûgana, Piştî 93 rojan ji Nexweşxaneya Perwerde û Lêkolînê ya Gazî Yaşargîlê radestî malbatên wan hatin kirin.  Duh dozgerî li her du malbata geriya û xwest ku bên cenazeyê xwe bigirin. Li ser vê yekê malbat Taş ji Mersînê û malbata Ûlûgana jî ji Wanê hatin Amedê û cenazeyê xwe ji Morga Nexweşxaneya Perwerde û Lêkolînê ya Gazî Yaşargîlê girtin û Malbata Ûlûgan cenazeyê xwe bir Wanê.    Malbata Taş dema ku cenazeyê keça xwe girt, polisan bi van gotinan gef li wan xwarin: "Heke ji bo girtina cenazeyê xwe hûn bi hin kesên din re ketibûn têkiliyê wê cenaze neyê dayîn." Piştî vê gefê malbata Taş cenazeyê keça xwe girt û li Goristana Yenîkoy a li navçeya Rezana Amedê veşart. Polisan Goristana Yenîkoyê kirin dorpêçê û ji bilî malbata Taş nehiştin kes tevlî merasîma cenaze bibe.      Derbarê endamên YJA-Starê Latîfe Hanîbî, Dîlan Sîlînsîn û 2 kesên navê wan nehatin hînkirin ku di heman êrişê de jiyana xwe ji dest dabûn agahî nehatin bidestxistin.