Qeyda Sicîlê ya Midurê Polisan ê Konyayê Dînç: Cinayeta Dînk, Komkujiya 10'ê mijdarê û Komkujiya Konyayê 2021-07-31 09:48:21   ENQERE - Midurê Polisan ê Konyayê Engîn Dînç ku dema Serokatiya xwe ya Daîreya Îstixbaratê ya Trabzonê zanibû Hrant Dînk bê kuştin û îstixbarata têkildarî Komkujiya 10'ê Cotmehê dereng şandibû, beriya Komkujiya Konyayê bi demeke kurt ji aliyê Erdogan ve tayînî Konyayê hatibû kirin.    Midurê Polisan ê Konyayê Engîn Dînç ku jiyana wî ya pîşeyî bi komkujiyan xemilandiye, bi Komkujiya Konyayê ya li navçeya Meramê careke din ket rojevê. Malbata Dedeogûllari ku 7 kes jê hatin qetilkirin, beriya komkujiyê ji aliyê heman kesan ve êriş li wan hatibû kirin û bi giranî birîndar bûbûn. Piştî vê êrişê 12 êrişkar hatibûn girtin û bi dorê ji van 12 kesan 10 j3e hatin berdan. Ji bo van êrişkaran "biryara parastinê" hatibû dayîn. Ji ber ku piştî êrişa 12'ê gulanê ya li dijî wan jî gefên li ser malbata Dedeogûllari berdewam kiribûn, rabordiya binîqaş a Midurê Polisan ê Konyayê Engîn Dînç careke din nîqaşkirin. Dema Serokatiya Dînç Daîreya Îstixbaratê ya Trabzonê, Hrant Dîn hatibû qetilkirin û ji ber vê hatibû darizandin.    CINAYETÊ DIZANIBÛ   Midurê Polisan Dînç, kesê herî girîng ê cînayeta Dînk, Erhan Tûncel kiribû "muxbîr". Her wiha Dînç di nav kesên ku zanibûn wê cînayeta Dînk pêk were de cih girtibû. Rexmî ku zanibû wê Dînk bê qetilkirin û qetilkirina wî asteng nekiribû jî ji aliyê AKP'ê ve hatibû xelatkirin û tayînî Serokatiya Daîreya Îstixbaratê hatibû kirin. Di navbera salên 2004-2007'an de vê peywirê domandibû û dema peywira wî de hewldana lînçkirina TAYAD'iyan, Bombekirina McDonald’sê û qetilkirina Keşe Santoro pêk hatibûn.    ÎSTIXBARATA 10'Ê COTMEHÊ 2 ROJAN DERENG XISTIBÛ   Dînç, dema ku Serokê Daîreya Îstixbaratê ya Polisan bû jî  rapora îstixbarata Komkujiya 10'ê Cotmehê ya ji aliyê DAIŞ'ê ve pêk hatibû jî rexmî ku di 8'ê cotmehê de bi dest xistibû jî 2 rojan de dereng ragihandibû. Piştî cînayeta Dînk, vê hewldana wî bû sedema bertekên ku Dînç "Îstixbaratê vedişêre". Rexmî vê rewşê jî îfadeyên Dînç nehatin girtin û nehat darizandin.    7'Ê TÎRMEHÊ DE HAT TAYÎNKIRIN   Midurê Polisan ê Eskîşehîrê Engîn Dînç, di 7'ê tîrmehê de ji aliyê Serokkomarê AKP'î Recep Tayyîp Erdogan ve tayînî Miduriyeta Polisan a Konyayê hatibû kirin.    DIVIYA JI PEYWIRÊ BIHATA GIRTIN   Hevseroka Komeleya Mafê Mirovan (ÎHD) Eren Keskîn ku bi Doza Dînk û malbata ku li Konyayê hat qetilkirin re eleqedar dibe, têkildarî mijarê ev daxuyanî da: "Midurê Polisan ê Konyayê Engîn Dînç weke peywirdarekî îstixbaratê beriya niha di doza Hrant Dînk de hatibû darizandin. Divê îstifa bike yan jî ji peywirê bê girtin. Malbatekî neparast."