Li Îzmîrê cînayeta kar 2021-07-31 09:54:14 ÎZMÎR - Li navçeya Dîkîlî, deriyê otomatîk bi ser karker Suleyman Akgun ku li kargehekê dixebitî de ket û jiyana xwe ji dest da.  Li navçeya Dîkîlî ya Îzmîrê, karker Suleyman Akgun (25) ku li kargeha baskên turbînên bayê hildiberîne dixebitî, dema ku li herêma kargehê ya xîz lê hebû paqijî dikir, deriyekê giraniya wî bi qasî tonekî bi ser de ket û jiyana xwe ji dest da. Duh jî li navçeya Torbali ya Îzmîrê karkerê bi navê Zhamshit Haytakov (23) ê turkmenistanî ji sîwana kargehekê ketibû jiyana xwe jiyana xwe ji dest dabû.