Malbata Şenyaşar: Komkujiya li Konyayê encama polîtîkayên cezanekirinê ye 2021-07-31 11:17:52 RIHA - Malbata Şenyaşar bertek nîşanî qetilkirina 7 endamên malbata Dedeogûllari da û got: “Ev komkujî encama polîtîkayên cezanekirinê ye.”   Emîne Şenyaşar û lawê wê Ferît bi daxwaza “edaletê” 145 roj in li ber Edliyeya Rihayê nobeta “edaletê” digirin. Malbatê îro ji ber dawiya heftiyê, nobeta xwe ya edaletê li mala xwe ya li Pirsûsê dewam kir.    Malbatê li ser hesabên xwe yên medya dijîtal, derbarê êrişa nijadperest a li dijî malbata Dedeogûlari ya li navçeya Meram a Konyayê û qetilkirina 7 endamên malbatê de, ev parvekirin kir. Em komkujiya li malbata Dedeogûlarî hat kirin şermezar dikin. Malbatek tune kirin. Ev encama polîtîkayên cezanekirinê ye. Divê walî û Midurê Polîsan ên Konyayê îstîfa bikin… Maf! Hiqûq! Edalet.”