Cotkaran DEDAŞ'ê şermezar kir: Em 100 hezar qezenç dikin fatoreyên me 250 hezar tên 2021-07-31 11:47:46   RIHA - Cotkarên ku bertek nîşanî birîn û bihabûna ceyranê ya DEDAŞ'ê ya li herêmê dan ev tişt gotin: "Ji bireke ku ceyrana wê hatiye birîn re DEDAŞ'ê nêzî 200-250 hezar TL fatore biriye. Em ji 100 donimî salê di navbera 100-150 hezat TL qezenc dikin."   Cotkarên ji gundê Mizar ê navçeya Sêwêregê ya Rihayê, ji ber birîn û bihabûna ceyranê, Şirketa Belavkirina Ceyranê ya Dîcleyê (DEDAŞ) şermezar kirin û têkildarî mijarê daxuyanî dan. Li ser navê cotkaran Mehmet Alî Karakçîlî axivî û diyar kir ku bi rêya telefonê DEDAŞ'ê ji wan re ragihandiye ku wê trafoyên welatiyên ku deynê wan ên ceyranê hene dê 13'ê tebaxê de bên daxistin.   'DEDAŞ GEF DIXWE'   Karakeçîlî, diyar kir ku heke trafo bên daxistin ji ber hewaya germ wê çandinî di rojekê de hişk bibin û wiha got: "DEDAŞ bi telefonê gef li aboneyên xwe dixwe. Dibêjin ku wê ceyranê bibirin û dixwazin ku fatore bên razandin. Temam em ê fatoreyên xwe bidin lê em nizanin ku me çi qas ceyranê xerc kiriye. Fatoreyan li Rihayê bi texmînî dinivisînin. Dibêjin wê ji bo daxistina trafoyan bên. De bila werin wê bibînin. Bila leşkerên tevlî vî karî nekin û me bi wan re rû bi rû nehêlin. Kî tê bila were em ê li dijî wan derkevin. Em ne alîgirê şer alîgirê lihevkirinê ne."   'PIRSGIRÊKÊN ME BI DEDAŞ'Ê RE HENE'   Di berdewamê de Karakeçîlî, bi bîr xist ku demeke dirêj e di navbera DEDAŞ û cotkaran de pirsgirêk heye û têkildarî mijarê ev tişt got: "Xwezî haya parlamenter, desthilatê ji bûyerên mezin ên li herêma me pêk tên hebûna. 6-7 sal n pirsgirêkên me bi DEDAŞ'ê re hene. Li vê herêmê ji bilî cotkarî û sewalkariyê tiştekî din ku em bikin tuneye. Mixabin di van rojan de DEDAŞ bi leşkeran re bi ser bîrên me de digire û bi hinceta deyn ceyranê me dibire û trafoyan dadixîne. Deynê me ji DEDAŞ'ê re tune ye. 7 salin destekê me rast e rast ji DEDAŞ'ê re diçin. Nêzî 200-250 hezar TL fatore li bîrekê dibirin.  Em ji 100 donimî salê di navbera 100-150 hezat TL qezenc dikin. Ev fatore ji me re gelek giran in."   'EM JI DU QATÎ JÎ RAZÎ NE'   Karakeçîlî, bertek nîşanî parlamenterên ku ji AKP'ê hatine hilbijartin da û axaftina xwe wiha domand: "Mixabin me di hilbijartinan de ji AKP'ê re 8 parlamenter derxist. Van rûşûştiyan tenê dema hilbijartinan tên û piştre diçin li Enqerê rûdinin. Kesekî ku bibêje, 'cotkar çi dixwazin tune ye?' Em alîgirê çareserî dîtinê ne. Hêza me ya em fatoreyên xeyalî razînin tune ye. Li Kaniya Xezalan ji bo 100 donimî salê 16 hezar TL pere tê razandin, em ji vê û du qatê vê jî razî ne. Ji mehekê zêdetir e cotkaran garis û pembû çandine. Rojê 4 saetan ceyran tê birîn. Em bi gazind in. Sûcê van mirovan çî ye? Ev mirov hilberînê dikin û bacê didin. Pirsgirêkên me her roj mezin dibin. Em dixwazin ku rojek zûtir çareser bibin."   Cotkar piştî daxuyaniyê ji hev belav bûn.