ÎHD û TÎHV şandeyê dişîne Meramê 2021-07-31 11:49:25   ENQERE - ÎHD û TÎHV'ê, diyar kirin ku ew ê bi şandeyeke ji rêxistinên civaka sîvîl hatiye avakirin re, biçin navçeya Meram a Konyayê û bûyera qetilkirina 7 endamên malbata Kurd di cih de lêkolîn bikin.   Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) û Weqfa Mafên Mirovan a Tirkiyê (TÎHV) derbarê 4 jê jin 7 kesên di êrişa nijadperest a li navçeya Meram a Konayayê hatin qetilkirin de, daxuyaniyek nivîskî weşandin. Di daxuyaniyê de, hat bibîr xistin ku malbata Dedeogullari berê jî rastî êrişa faşîst û nijadperest hatibû û êrişkar piştî demek kurt serbest hatibûn berdan. Saziyên mafên mirovan, di daxuyaniya xwe de, dest nîşankirin ku ligel biryara parastinê jî, malbat nehat parastin.    ÎHD û TÎHV'ê di  dawiya daxuyaniya xwe de, diyar kirin ku ew ê bi şandeyeke ji rêxistinên civaka sîvîl hatiye avakirin re, biçin navçeya Meram a Konyayê û bûyera qetilkirina 7 endamên malbata Kurd di cih de lêkolîn bikin.