Aqûbeta Fahrî Balyecî yê berî 26 salan hat windakirin pirsîn 2021-07-31 12:30:22   AMED - Şaxa ÎHD’ê ya Amedê û Xizmên Windayan, aqûbeta Fahrî Balyecî yê di sala 1996’an de JÎTEM’ê sîxûrî ferzî wî kir û piştî hat binçavkirin carek din agahî jê nehat girtin, pirsîn.   Şaxa Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) û Xizmên Windayan, çalakiya xwe ya heftiya 651’an a “Bila winda bên dîtin, faîl bên darizandina” weke onlînê li dar xistin. Di çalakiya vê heftê de, pirsa aqûbeta Fahrî Balyeci yê di 26’ê Îlona 1996’an de li derdora bazara sebze ya Amedê hat binçavkirin û carek din agahî jê nehat girtin, hat pirsîn. Endama Lijneya Rêveber a Şaxa ÎHD’ê ya Amedê Derya Yildirim çîroka Balyecî vegot.    HERÎ DAWÎ LI JÎTEM’Ê HAT DÎTIN   Yildirim, diyar kir ku Balyeci li navçeya Hezro ya Amedê dijiya û wiha axivî: “Balyecî bavê 5 zarokan bû. Ji ber birayê wî yê tevlî PKK’ê bibû, ji Qereqola Eskerî ya Hezroyê gazî wî kirin. Li qereqolê sîxurtî ferzî wî kirin. Balyecî di sala 1994’an de, bi heman hincetê 45 rojan dibin çavan de hat girtin. Dûre hat girtin û 19 mehan di girtîgehê de ma. Piştî ku Balyecî hat berdan, eskeran heya demekê ew şopandin. Dûre Balyecî nêzî bazara sebze ya li navçeya Yenîşehîr a Amedê, di 26’ê Îlona 1996’an hat binçavkirin. Dûre bi tu awayî agahî jê nehat girtin. Roja din, malbat dest bi lêferîna Fahrî dike û hîn dibe ku nêzî bazara sebze hatiye binçavkirin. Dûre malbat hîn dibe ku Fahrî birine gel JÎTEM’ê û îşkenceyek giran lê kirine. Lê ligel hemû hewldanên malbatê jî, ji 26’ê Îlona 1996’an ve, bi tu awayî agahî ji Fahrî Balyecî nayê girtin.”