Parêzerên li Konyayê wê piştî nîvro bi dozger re hevdîtin bikin 2021-07-31 12:51:41   KONYA -  Heyeta parêzera ku parêzerên OHD'ê jî di nav wan de hene, wê saet di 13.00'an de bi dozger re hevdîtin bikin. Hat diyarkirin ku wê piştî hevdîtinê derbarê hurguliyan de agahî bên parvekirin.    Piştî êrişa nîjadperest ku li navçeya Meramê ya Konyayê li dijî malbata Dedeogûllari ya kurt pêk hat û 7 ferdên malbatê hatin qetilkirin, Komeleya Hiqûqnasên ji bo Azadiyê (OHD) heyetek şand navçeyê. Heyeta OHD'ê li navçeyê xebatên xwe didomîne. Parêzerên ku li ber nexweşxaneyê ne, diyar kirin ku wê saet di 13.00'an de bi dozger hevdîtin bikin. Parêzeran ku bi rêya telefonê randevû ji dozger girtin, diyar kirin ku heyeta parêzeran ku ji Enqerê hatiye navçeyê jî dema otopsiyê amade bûye. Parêzeran, got ku ji dozgeriyê qeydên qamerayan bixwazin û heke nede jî wê daxwaz bikin ku temaşe bikin.    Parêzeran, da zanîn ku piştî hevdîtina xwe ya li dozgeriyê derbarê hûrguliyên bûyerê de daxuyanî bidin.