Piştî operasyonê agir girt daristanê 2021-07-31 15:36:25   DERSIM – Li navçeya Xozatê, di encama gule barandina helîkopterê de, agir girt daristanê. Welatiyên xwestin şewatê vemirînin, ji aliyê eskeran ve hatin astengkirin.    Li gundên Derekoy û Gedîkler ên girêdayî navçeya Hozatê ya Dersimê, duh nîvro agir bi daristanê ket. Şewata ku mudaxileyê wî nayê kirin, ji duh ve dewam dike. Li gorî agahiyên ji herêmê hatin girtin, duh nîvro di encama gule barandina helîkopterê de, agir girt daristanê. Hat diyarkirin ku welatiyên xwestin şewatê vemirînin, ji aliyê eskeran ve bi hinceta “herêma ewlekariya teyabete” tên astengkirin.    Şewata ku piştî operasyona eskerî rû da, her ku diçe belav dibe.