Parêzerên ku bi dozger re hevdîtin kirin kêliyên komkujiyê veogtin 2021-07-31 16:36:23   ENQERE - Li gorî agahiyên Serdozgeriya Komarê ya Konyayê da parêzeran, êrişkarê ku ketiye ber qamerayan 20 deqe beriya komkujiyê bi Yaşar Dedeogûllari re rûniştiye. Piştî ku veqetiya 18 deqe şûn de dîsa hatiye malê û bi çeka ku di poşet de aniya gule li ferdên malbatê reşandiye.    Parêzerên ku komkujiya li navçeya Meramê ya Konyayê li dijî malbata Dedeogûllari pêk hat û 7 ferdên malbatê de têde hatin qetilkirin lêkolîn dikin, bi Serdozgerê Komarê yê Konyayê re hevdîtin kirin. Parêzer Abdûrrahman Erol Ozgur Erol, Mavîş Aydin û Eylul Yaylaci tevlî hevdîtina bi serdozger re bûn. Parêzer Mavîş Aydin, piştî hevdîtinê derbarê naveroka hevdîtinê de ji ajansa me re axivî.    Parêzer Aydin, derbarê naveroka hevdîtinê ev tişt got: "Serdozgerê Komarê, dozgerê ku tevlî otopsiyê bû û 3 parêzerên pê re tevlî hevdîtinê bûn. Di çarçoveya lêpirsînê de 3 qeydên qamerayan hatine girtin. Yek jê hatiye kontrolkirin. 2 jê jî hê nehatine kontrolkirin. Di qeyda ku hatiye kontrolkirin de qeydên faîlek tenê yên bi qasî 35-40 deqeyan hene. Ji ber ku qeydên din nehatine kontolrkirin tiştekî nabêjin. Saet di 17.50'an de êrişkar bi wesayîta xwe nêzî malê dibe. Wê demê tê dîtin ku keça malê ya herî biçûk û xwişka ji mala cîranên xwe tên. Li ser piya bi êrişkar re sohbet dikin. Pişt re êrşkar diçe malê û bi bav Yaşar Dedeogûllari re li ser kursiyan rûdinin. Wê demê jinên malê jî li ser keviran rûdinên. 5 kes. Hinek diaxivin. Dema vê hevdîtinê 20 deqe ye. Piştre êrişkar oxir dikin. Piştî 18 deqeyan êrişkar dîsa tê. Dema ku malbat derî li êrişkar vedike. Êrişkar dikeve hundir û rudinê. Di destê wî de poşetek şîn heye. Çekê ji poşet derdixe û gule direşîne. Dema ku êrişkar gule direşîne keça biçûk malê xwe davêje ser êrişkar, ji bo çekê jê bigire. Piştre jineke din jî xwe davêje ser. Ji bo çekê ji bigirin mijûl dibin. Piştre yên din tevlî dibin. Bi rengekî êrişkar xwe xelas dike. Piştî ku hinek dûr dikeve careke din vedigere û gule li tevan dibarîne."    Parêzer, got ku bi kontolkirina qeydên din dibe ku hejmara êrişkaran zêde dibe.