Li Taksîmê şermezarkirina komkujiyê: Li dijî faşîzmê mil bi mil 2021-07-31 19:00:38 STENBOL - Bi hezaran kesên ku li Taksîmê komkujiya li Konyayê şermezar kirin, bi berzkirina dirûşmeya "Li dijî faşîzmê mil bi mil" meşiyan.  Hêzên Ked, Aştî û Demokrasiyê yên Stenbolê li Qada Tunel a Taksîmê bi daxuyaniyek çapemeniyyê komkujiya li Konyayê şermezar kirin. Serokê Giştî yê EMEP'ê Ercument Akdenîz, Tevgera Jinên Azad (TJA), parlementerên Partiya Demokratîk a Gelan (HDP), Dayikên Aştiyê û bi hezaran kes tevli daxuyaniyê bûn. Polîsan têketinên Tunelê bi wesayyîtên zirxî girtin.    Girse bi berzkirina dirûşmeyên "Şehîd namirin", "Dê dewlet kujer hesab bide" û "Li dijî faşîzmê mil bi mil" ket qadê.    Pankarta ku navê kesên hatin qetilkirin nivîsandî û pankartên li ser "Li dijî nîjadperestî û faşîzmê em bibin yek. Bijî biratiya gelan" nivîsandî û dowîzên li ser "Gelê kurd ne bi tenê ye" û "Em ê hesabê 7 kurdên hatin kuştin bipirsin" nivîsandî hatin hilgirtin.    FERASETA NETEW DEWLETÊ    Parlementerê HDP'ê yê Şirnexê Hasan Ozguneş, anî ziman ku dê li dijî feraseta yek ziman, yek netew, yek dîn bi feraseta biratiyya gelan, karkeran û dînan bitêkoşin û got: "Em ê îqtidara kesên xwînmij hilweşînin. Dê hemû gel û jin bên cem hev du û daî li feraseta netewe dewletê bînin."    ÊRÎŞÊN ORGANÎZEKIRΠ   Paşê li ser navê Hêzên Ked, Aştî û Demokrasiyê Egecan Ozgur metna daxuyaniyê xwend. Ozgur, diyar kir ku êrîşên nîjadperest, êrîşine plankirî û organîzekirî ne û li avahiya HDP'a Îzmîrê qetilkirina Denîz Poyrazê bibîr xist.    TÊKOŞÎN    Ozgur, destnîşan kir ku berpirsiyarê êrîş û komkujiyên li dijî gelan, kesên ev êrîşan organîze dikin, kesên bi zimanê nîjadperestî diaxivin bi xwe ne û got: "Gelê kurd ji berê de li dijî komkujiyan û nîjadperestiyê li ber xwe dide. Tu carî dev ji biratiya gelan, azadiyê berneda. Em ê jî li ber van êrîşan serî entewînin. Em ê ji bo edalet, azadî û jiyaneke birûmet, ji bo biratiya gelan û wekheviyê em ê têkoşîna xwe bilind bikin û ji heq van êrîşan derkevin."    MEŞ   Piştî daxuyaniyê girse bi berzkirina dirûşmeyan û çepikan ber bi Qada Şîşhaneyê ve meşiya. Ciwan jî ji Qada Şîşhaneyê ber bi Kasimpaşayê û ji wir jî ber bi Taxa Haciahmet ve meşiyan û li vir meşa xwe bi dawî kirin.