Malbata Şenyaşar: Zilmê neparêzin 2021-08-01 11:21:46   RIHA - Malbata Şenyaşar, ev bang kir: "Yên mirovan qetil kirin û zilmê dikin neparêzin. Li dijî zilmê, neheqiyê derketin, rûmeta mirovahiyê yê. Ji bo feyda xwe rûmeta xwe winda nekin."    Li navçeya Pirsûsê ya Rihayê, di 24'ê Hezîrana 2018'an de di dema hilbijartinê de bi êrişa xizm û parêzvanên Parlamenterê AKP'ê Îbrahim Halil Yildiz,  Haci Esvet Şenyaşar û lawên wî Adil û Celal Şenyaşar hatin qetilkirin. Ferît Şenyaşar jî di êrişê de bi birîndarî xilas bû. Ferît û Emîne Şenyaşar li dijî vê komkujiyê ji 9'ê Adarê ve li ber Edliyeya Rihayê bi daxwaza "Edaletê" dest bi çalakiya rûniştinê kirin. Çalakiya rûniştinê ya ji bo daxwaza "Edaletê" ya Emîne û Ferît Şenyaşar di roja 146'emîn de didome.    Malbatê li ser hesabên xwe yê medya dijîtal Wezareta Dadê, Rojnameger Şîrîn Payzin, Bariş Yarkadaş etîket kir û ev parvekirin kir: "Heta guhertinek çênebe ne pêkan e ku welat biguhere. Yên mirovan qetil dikin û zilmê dikin neparêzin! Sekna li dijî neheqî û zilmê rûmeta mirovan e. Ji bo feyda xwe, rûmeta xwe winda nekin. Nobeda me ya edaletê di roja 146'emîn de ye."