Şewata li Xozatê 3 roj in dewam dike 2021-08-01 11:38:15 DERSIM - Li Xozatê, di encama bombebarana helîkopteran de şewat derket û 3 roj in dewam dike. Leşker bi hinceta "ewlekariyê" nahêlin ku şewat were vemirandin.   Piştî êrişa li dijî wesayîta zirxî ya dema diçû Qereqola Amûtka ya navçena Xozat a Dêrsimê pêk hat, li herêmê operasyona eskerî hat destpêkirin. Piştî operasyonê bejahiya gundên Derekoy û Geşnekê hatin bombekirin. Şewata ku di encama bombebarana helîkopteran de li herêm derket û ew 3 roj in dewam dike. Leşker bi hinceta "ewlekariyê" nahêlin ku şewat were vemirandin.   Rêveberên Partiya Demokratîk a Gelan (HDP), ekîbên şaredariyê û welatiyên ku dixwastin biçin şewatê vemirînin, di ketina Xozatê de ji aliyê leşkeran ve hatin astengkirin.   Leşkerên Tirk bi behaneya ku herêma şewat lê derketiye “herêma ewlehiyê ya taybet e” nehiştin ku kes derbas bibe û rê li trafîkê girtin.